Êvara perwaneyê

Bextiyar Elî
Tahmini Okuma Süresi:
8 sa. 37 dk.
Sayfa Sayısı:
304
Basım Tarihi:
Şubat 2012
Yayınevi:
Avesta Basın Yayın
ISBN:
9786055585921
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

Berhemeke bêhempa "Êvara Perwaneyê"
Puan vermedi·304 syf.··
2022 31. kitabı
Êvara perwaneyê, di wextekî mişt alozî de li bajarekî di bin mij û dûmana olperestên hişk de çîroka çend ciwanên ku dilê wan weke dilê çûkeke zelûtek hem bi tirs û hem jî bi kelecan lêdide ye... Kêm pirtûk an jî fîlm hene piştî qedandina wan bi xwestekeke bêhempa mirov bixwaze ew tiştê çend gav berê mirov xwend an jî temaşe kir jibîrbike da ku careke din bi heman eşq û kelecanê bixwîne an jî temaşe bike. Cara çara ye ez vê romanê dixwînim û birastî jî spasdarê hemî endamê koma xwendinê ya Êlihê bi navê 'Kolektîfa Saqo' me herwiha ev pirtûk hilbijartin û bi xêra komê min careke din xwend️ Bextiyar Elî di vê romana xwe de hemî derfet û xweşiyên edebiyatê bikar aniye. Ji hêla dem, bûyer, mekan û lehengan ve wargeheke bêhempa ava kiriye ji bo romanê. Mijarên ku ev çend sedsal in weke girêkeke hişk di dilê civaka Kurd de (herwiha ji hêla olî ve di hemû civakên Rojhilata Navîn de) hişk bûye bi zimanekî edebî, bi nêrîneke rasteqîn (her çiqas rasteqîniyeke efsûnî be jî ji bo Kurdan bi ya min rasteqîniya rastiyê bi xwe ye) aniye ziman. Ji hêla avakirina lehengan ve li gor min bêhempa ye ev roman. Mirov dikare ji vê hêlê ve weke ders li zanîngehan bide. Helbet ne tenê ji hêla lehengan ve ji hêla vebêjeriyê ve jî heman tişt heye. Vegotineke orîjînal, vegotineke resen heye di romanê de. Ev vegotin xwedî efsûnekê ye, xwîner hêdî hêdî bi aliyê xwe ve dikişîne herwiha piştî wextekê xwîner ne tenê xwîner dimîne hem dibe dadgêr, hem dibe vebêjer û hem jî dibe lehengekî pirtûkê bi xwe. Ji bo mirov vî tiştî şênber bike dikarim mînakeke wisa bidim: Dema extiyarên me, dê û bavên me li ber televîzyonê rastî bûyereke bi êş tên wijdanê wan çawa bi ziman dikeve û niçeniçek çawa bi devê wan ve dizeliqe heman tişt ji bo xwînerên vê pirtûkê jî derbasdar e. (Meseleya extiyariyê û dê û baviyê jî
Kurdî
Êvara perwaneyêBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201250 okunma
EZ BAWERIM WÊ DÎROKÊ JÎ BİNVİSE; BEXTÎYAR ELÎ RAPERÎNEK E BO ROMANA KURDÎ
10/10
·304 syf.··
Beğendi
·
2022 4. kitabı
·
51 günde okudu
·
Okunma: 19 Nisan 2022 02:04
         Bextîyar Elî romana xwe ya bi navê Êwra Perwane yê ( Ewarey Perwane) di sala 1998 de bi zimanê Kurdî zaravayê Soranî nivîsîye. Veguhertina Kurmancî Besam Mistefa kiriye.     Nirxandinê bo Bextîyar pir xwaş û cî da ne. Ji ber wî ez dikim ku zêde nekevim dubare yê. Dixwazim kurt û kurmancî binirxînim. Êvara Perwane yê him bi alî çîrokê him jî bi alî şêwazê pir balkêş e. Çîroka  Perwanê bi nêrîn û çavdêriyên Xendana Piçûcuk  va rave dibe. Zimanê çîrokê ew qas tîr e xwîner nava çîrokê de digelpiçe. Û di navbera ütopya û distopya yê diçe û tê. Roman alî hevoksazî de pir Xurte. Di serî de hevokên tevlihev pirin lê piştre ev çareser dibe û. Xwîner bi aram xwe berdide nava çîrokê. Hûnandina bûyera, çûyîn û hatina navbera herdu hêyama nerm û pêk hatiye. Bo wî xwîner qet aciz nabin. Her çiqas rastiya civata Kurda, bandora desthilatiyê xwe çîrokê de hûr hûr eşkere bike û xwiner kaşî bê hêvî bûne ke jî. Berxwedana Xendan û Fetanê a hember kiryarê zulmatê hebûna xwe diparêzin. Divê hew çirûskek hêviyê. Bawerim Perwane sembola hesta eşqê ye. Navê wê heye lê xwe ne diyar e. Ev çîrok bi kesê xwe bi bûyerê xwe tevahî welatê Kurda bû. Alîk wek eşqistanê xwaş, alîk wek zulmatê dojehê. Lê berxwedana Xendan û Fetane çirûska hêviyê bû. Di çîrokê de hemû kes awarte ne. Dildarê Perwanê. Yek saetçî ye dikar e dem û dewran bida sekinandinê û kîjan dem bixastana dikaribûn biçûna wê demê bi aramî bi jiyana. Seetçi ber dara tûyê bi guleyekî hat kuştin. Yek xortê ku Perwanê jê re diaxivî. "Şiyana wî heye  bi pêxembera re dipeyîve, bi ruhaniyeta miriyan re nameya veguheze. Pişt re jî ciwanê şermîn derket ku dikarî bageran rawestine û çarmedola xwe xelekeke aram çêbike. (30) ev xort ji li bazarê bi gulleyekî hat kuştin.  Her wiha navê kesayeta jî ew qas balkêş in. Xendanana Piçucuk,
Edebîyata Kurdî
Êvara perwaneyêBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201250 okunma
10/10
·304 syf.·
2021 8. kitabı
Di Edebiyata Kurdî de "Êvara Perwaneyê" nîrvanayek e. Êvara Perwaneyê serfiraziyek mezin e ku romana Kurdî gihandiye edebiyata cîhanê. Êvara Perwaneyê li rex Sedasala Tenêtiyê (Yüzyıllık Yalnızlık) cî digre. Bextiyar Elî ji cîhanê re Kurd jî dikarin romanekî gerdûnî binivîsin dide nîşandin. Êvara Perwaneyê li ser min tesîrekî gelek mezin hîşt. Gelo piştî Êvara Perwaneyê ez ê bikaribim romanekî din bixwînim nizanim. Êvara Perwaneyê bi terza realîzma efsûnî hatiye honandin. Bûyer di nav xeyal û rastiyekî tê û diçe. Lehengên romanê da ku ji tengasî û zextên civakê birevin xeyalan diafirînin û ew xeyalên wan bi demekê kurt de diguherin û dibin utopya. Leheng dixwazin dûr ji civakê bikevin û bi dildarê xwe re bi aram bijîn. Lewra dîndarên bajêr tu derfetê nadin ku dildar bi dilê xwe bi awayekî aram bijîn. Dildar utopyayên xwe ber bi rastiyê we dibin xwe re di nav daristanekî de li ber çemekî aşiqîstanê ava dikin. Dur ji civakê. Li gorî dîndaran ne aşiqîstane ev zînekarîstan e. Dem û cî di romanê de ne diyar e. Di romanê de nivîskar giraniya rejîma beesê bi awayekî weşartî dide hîs kirin. Ji xwe dîndarên civakê jî serdestiya wan temsîl dike. Bi gotina mezinahiya Êvara Perwaneyê nayê gotin. Ji bo Amerikaya Latîn Sedasala Tenêtiyê çi be ji bo me jî Êvara Perwaneyê ev e.... Dibe ku min fikr û ramanên xwe gelek qels anîbe ziman, min biborînin...
Êvara perwaneyêBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201250 okunma

Yazar Hakkında

Bextiyar ElîYazar · 7 kitap
Bachtyar Ali Muhammed (Kürtçe: Bextyar Elî, Bakhtiyar Ali veya Bakhtyar Ali) 1960'da Irak Kürdistanı Slemani şehrinde dünyaya geldi. Kürt romancı ve entelektüel, üretken eleştirmen. Ali, şair ve denemeci olarak başladı ancak kendini 1990'ların ortalarından itibaren etkili bir romancı olarak kurdu. Altı roman ve birkaç şiir ve deneme koleksiyonu yayınladı.