“Ez hêvîdar im ku li dawîyê min şîyabe çîroka vî xorti bi hemû bilindî û nizmîyên wê ve tomar bikim, qene em ji reh û koka vê nexweşîya kujer ku derûna gelek şênîyên bajar û welatê me dagir kiriye, tê bigihên. Bi hêvîya ku em ê dermanekî bibînin û divê çareserîyek hebe ku me hemûyan ji vê êşê rizgar bike; vê êşê hestekî wisa li bal me dirust kiriye wekî em di zindaneke domdar de ne û felata wê tune ye.
Ez bi xwe ku yek ji nexweş û derdedarên wê nexweşîyê me, nivîsîna vê pirtûkê ji bo min alîkarî û dermanki- rineke derûnî bû. Niha jana dijwar a hestên ku berî nivîsîna çîroka vî xortî ez pir dizêrandim, hinekî li nik min sivik bûye.
Ezbenî, bêyî ku ez dirêj bikim, ez xebata xwe ya ku hem çîrok hem jî rastî ye, ji we re dişînim.”