Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

176 syf.
·
Puan vermedi
GAZIND Û GAZIND...
Dîyarkirina lêkolînan raste yan ne raste nizanim lê ji ber ku vê pirtûkê min bi xêra wa xwend û hêjayî dîyarîya ne jî, lêkolînê dîyarî wa dikim. Hûn her hebin hevalên https://1000kitap.com/SeidKurdi û
Şahîn Alataş
Şahîn Alataş
Ez lêkolînên xwe de ya di destpêke de yan jî dawîyê de bi kurtayî behsa nivîskarê pirtûkê dikim. Lê ev car ez naxwazim jiyana yekî weka Mir Celadet bi kurtayî behs bikim, ez dixwazim piştî lêkolînê be yan jî berî lêkolînê be(wê baştir be) ku hûn di derheqê wî de baş lêkolîn bikin. Çikû keda wî ji bo vî zimanî gelek zehf e. Ji ber wê jî divê em hama wisa paştguh nekin. Heta ji destê min hat min lekolînek bi kite kit nivîsand, hêvîdarim ku hûn dawî lê bînin. Ev pirtûka çîrokan ji 5 beşan pêk tê. Di destpêkê de çîroka ku bi Osmanî nivîsandibû tê. Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji kovara Ronahî û Hawar de hatine wergerandin. Di beşa sisêyan de çîrokên tarîxî cîh digrin. Di beşa çaran de çîrokê mîstîk ê kevn hene. Di beşa pêncan de jî çîrokên ku Mîr wergerandîye hene. BEŞ 1- Destpêk(Çîroka bi Osmani) Xwezî çîrokên wisa zêde zêde binivîsanda Mamoste Mîr. Xeletîya Bobî: Ev çîrok tiştekî ku em dizanin dîsa sererast dike. Ku tiştek ji mirovên kirêt nabê, çi dibe bi feqîrê û jara dibe. BEŞ 2-Çîrok Çîrokên vê beşê jî bi min watedar bûn, ji xwendina vê beşê jî min gelek kêf sitand. 1-Liber Tevna Mefhûrê: Di vê çîrokê de derbas dibe ku mirovên xwende(hişmend) zehf hêja ne. Û bi lehengên çîrokê Zîzê jî dide zanîn ku mirov armanca xwe bizanibe wê ji karê xwe bêtir xêr û ber bistîne. 2-Gazinda Xencera Min: Wekî hûn jî divînin Sernivîska pirtûkê navê vê çîroke ye. Mirov li ser vê çîrokê dikare gelek tiştan xeber bide, şîrove bike... Yanê ez nizanim heta niha jî min bawerî dianî ku serê pênûsê ji serê Xencerê( çek ) tûj tir e. Lê vêga ez ji xwe re dibêjim ku carînan serê çek û xencerê ji serê pênûsê tûjtir e. Ji ber dagirkera, zordara, bêrehma tûjîya pênûsê bê wate dibe, qels dibe... Li hemberî mirov û gelên wisa divê xencer û çek werin bi kar anîn. Yan na yê dîsa pergala ku hêjî berdewam dike wê dawî lê neyê. Wê dîsa feqîr û hêjar werin talan kirin, werin kuştin.... Ka zordar û dagirkêr wê çi ji pênûs, dad, dadmendîyê fam bikin!!! Ji xwe fam bikirina nedibûn zordar û dagirker. 3- Maçika dranker û ceza yê wê: Ev çîrok weka şanoyê hatiye nivîsandin. Di çîrokê têr henek hebûn, mirov dida kenandin. Xweş bû. 4- Jinika ko du caran hati bû kuştin: Mamoste Mîr bûyerên çîrokê xweş li hev anîbû lê ne ewqas xweş bû. 5-Gelo xwe kuşt an hate kuştin? : Wekî sernivîskê jî tê fam kirin di vê çîrokê te tiştên veşartî hene ku xwendevan bi xwendinê li ser tiştê veşartî vedibe. 6- Dayîn: Min gava ev çîrok dixwend dîroka Osmanîya hat bîra min. Ji xwe mamoste wan demê Osmanîyan jî dîtiye. Çîroka fedekarîya dayîkek bû. Çirokek dramatîk bû. 7-Bêbextî: Ev çîrok li ser pêşgotine kê me pêşîyan e: "xwîn bi xwînê nayête şûştin" mirov gava vê biryarê sitand ya bi wate ew e ku ne dereng be. Bi gotina Tirka "kar ji kar derbas nebûbe" Di çîrokê de serlehêngên çîroke neyarê hev in û heta vê neyarîya xwe bi gotina pêşîyan ji holê radikin, nema fêde dike. Çîrokê ke serkeftî li ber dilê min. Min gelek jê hez kir. BEŞ 3-Çîrokên Tarîxî Çîrokên vê beşê de leheng tev dîrokî bûn û leheng ne mirovên ji rêzê bûn, navê lehenga biyanî bûn, bi min ev beş ne xweş bû. Min gava xwend piçek acizî kir. 1-Klêopatre: Ev çîrok jî behsa evînê kleopatre yî berevajî dike. Di vê çîrokê de jî xuya dibe, mirov evîndarî ji jinên ku ji bilî xwe, ji bilî zewken xwe pêştir kesî nafikirin bive, wê her tim li zirarê bikeve. Jin hene zilamên xwe pêşve dixin, jin hene zilamên xwe paşve dixin. 2-Şûşa Dilan: Ev çîrok berdewama çîroka Klêopatra bû. Tiştên ku di çîrokê Kleopatra yê de nedihat seh kirin di vir di li ber çavan hatibû raxistin. 3-Keleha Şahîn: Ev çîrok çîroka melîk Zeyno bû. Dil ê pîrekek bû ku kîjan Melîkê mêr serdest dibû ew dil evîndarê wî Melîkî dibû. 4-Selahedîn û Rîçardê Şêrdil: Ev çîrok kurtayîya jiyana Kurda dide nîşandan, ku Kurd ji her kesî ra başin tenê ji xwe re bê fêde ne. Ev çîroka Selahedînê Kurdî bû, ku dikaribû dewlet ava bikira lê nekir. 5-Gewherên Betlemyos: Mirin hat jî li ser sera û li ser çavan, lê mirineke bi rûmet. Çawa leşkerên Spartiyan yê vê çîrokê ku mirin. 6-Keça Kleopatre: Ji bo bextek spî ne hewceye ku mirov bive kur û keça Kleopatreyan û Melîk'an, gava bext reşbe nayê sipîkirin. 7-Rahbe: Ev çîrok jî wekî çîroka şeşemîn bû. Bextê reş di vê çîrokê te jî sipî nebû. 8-Boxoçêf An Pêtroyê Siseyan: Di vê çîrokê da jî zehf fesadiyên dewletê(dewleta ku di çîrokê de) hebûn, gava min xwend dîroka Osmanîya ku di dibistanê de ji me re qal dikirin ket bîra min. BEŞ 4-Çîrokên kevn Ev beş jî ne xweş bû ji bo min mixabin. 1-Tîmsahê Heftilî (Çîroka Misira Kevin): Çîrokek îxanetê bû, dawî jî bi Tîmsah û şewitandinê diqede. 2-Kitêba Totê Reb: Min ji vê çîrokê jî dîsa fam kir ku mirov çiqas nezanbe wê baştir be, mirov her ku tiştek hîn dibe, bobelat jî zêdetir dibin. BEŞ 5-Çîrokên Werger: Mamoste Mîr xwestîye ku gelê wî çîrokên netewî bi zimanê xwe bixwînin. 1-Cankêş: Ev çîroka maupassant bû. Çîrokek trajîkomîk bû, bazara li ber mirinê bû. Xweş bû. 2-Keçika Kibrîtfiroş: Ev çîrok dibe ku we teva seh kiribe, min jî piçûkayî de xwendibû û gava pirtûka Mehmed Uzun, Sîya Evînê jî xwend ku ez ne xelet bim Mamoste bi vê çîroka balkêş dest bi pirtûka xwe yî Sîya Evînê kiribû. Û nivîskarê vê çîroka balkêş jî nivîskarê Danîmarqî, Hans Chrîstîan Andersen e. Baş bû ku Mamoste Celadet ev çîrok wergerandîye û başe ku ez rast hatim di vê pirtûkê de ku min dîsa xwend. Û bi zimanê Kurdî. 3-Dr. Rweylot: Ev çîrok çîrokik ji çîrokên Sherlock Holmes bû. Çîrokek polîsiyêbû. Min tu carî ne çîrok ne jî romanê polîsiye xwendibû. Û min qet dil nedikir bixwînim jî. Lê nizam ji ber çi bû, dibe ku bi Kurdî min xwendibe jî, xweş bû. 4-Katerîn: Çîrokek Rûsî bû, çîrokek nîvco û berdewama wê tune bû, xwezî min nexwenda ji ber ku berdewama wê tunebû. Zimanê pirtûkê xweş bû ji bo min, lê ji bo ku nivîsandina Mamoste Mîr xera nebe di nivîsandina hinek peyv û hevoka de kêmasî hene, hinek peyv çewt hatine nivîsîn, ji ber wê gava ku ev pirtûk were xwendin divê piçekî, hebekî bi miqate were xwendin. Di dawîya lêkolînê da ez dixwazim hûn guh bidin Gazinda Xencera Mîr Celadet ; Lê nabit, tu tişt, ne ziman, ne xwendin ne nivisandina te bêyî min naçe seri. Bidî eqlê xwe heta niho tu û milletê xwe hûn cawan mane, cawan we zimanê xwe winda nekiriye û îro dizanin pê biştexilin. Heke ez nebiwama ji zů ve te û milletê te we zimanê xwe winda bikirana. Ji xwe çend caran, ma dil nekirine zimanê we jêkin. Zimanê we beri hezar salan zimanê dirê, zimanê hukûmetê bû. Ji hingê ve pê diberizin, hezar cari pê ketin. Hercar ez li ber we sekinîm û min zimanê te parast, lê ne qelema te. Heke ji min ne bawer î li dora xwe fedikire, tu wê bibînî ko herçi ji min dür mane, hatine ketine bajaran zimanê xwe winda kirine û îro nedizanin bêjin "lo!" ne jî "lê!" Ji ber ko peyayên bêçek wek mirovên bê neynok in, kêç jî bi wan dikarin. Ji lewra ezbeni qedrê min bizane, ji min dûr mekeve, min ji xwe dûr meêxe û bi min ne qelema xwe lê parsuwên dijminên xwe jêke!..
Gazinda Xencera Min
Gazinda Xencera MinCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201472 okunma
··
1.490 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Şahîn Alataş okurunun profil resmi
Dileminî brako 🌼
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.