Gönderi

Min goreya xwe hilda û çûme hêşiya kon, min kaxiz vekir, lê nihêrî, bi rastî jî destnivîsa wî ye. Huba hezkirinê ew qasî li cem min pirr bû ku min nikaribû ew bixwenda, paşê min quweta xwe berhev kir û dest pê kir xwend. Hema wî di rêzên pêşîn de nivîsîbû: "...Emrê min gihiştiye eskeriyê, ez gerek herim borcê xwe yê bajarvaniya Sovyetiyê biqedinim. Sê rojan û bi şûn de, ez ê herim di cêrgeyên Ordiya Sovyetiyê de qulixê bikim. Ez fikra xwe ya kutasiyê ji te re dibêjim...Ez bengî me, ez bengî me, li ser qîza Ebdilxaliq bengî me... Ev gotina min e, teweqe dikim cabekê bide. Sibehê ez li ser Kaniya Şahbûlaxê li hêviya te û caba te ya nivîskî me." Xanimzer sekinî, kesereke kûr xwar, li qîzan nihêrî û dîsa dest pê kir: –Ez gelekî kûr û dûr fikirîm û dîsa hatim ser wê fikrê, lê ez rast bibêjim, dilê min gelekî di wî de hebû. (Qiz keniyan û destên xwe li hev û du xistin, bi hev re gotin, "Bimbarek be! Pîroz be!) Min jê re wiha nivîsî: "Oxir be ji te re, delaliyê min. Here bi serfinyazî borceyê xwe yê bajarvaniya sovyetiyê biqedîne û sax û silamet vegere. Ez jî li kûlîlka mala Evdilbarî bengî me."
·
127 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.