Pirtûk ji kurteçîrokek û yanzdeh çîrokan pêk tê. Bi rastî jî her çîrokek û xwedî gerdûneke cûda bû di nav xwe de. Dixwazim ji hêla her çar hêmayên ku hemî çîrok li serê ava dibin li vê pirtûkê binêrim lewra vê pirtûkê ji dil jî heq kir ku mirov li serê lêkolînekê an jî analîzekê bike.
Cih/Mekan: Ji mêj ve ye min çîrokên bi vî qasî xwedî taybetiyên mekanên Kurdewarî nexwendibû herwiha cihên ku bûyer lê derbasdibin wekî gund, hewş, eywan, girê cinan, mizgeft, bîr, ser xênî û hwd.
Nivîskar di çîroka "Ev Lîstik Bi Mirinê Xelas Dibe" de mekanekî ku di mêjiyê her kurdî de an jî hema bêje li hemî gundên Kurdan ku cihek wisa taybet heye ava kiriye "Girê Cinan" cihekî efsûnî û mişt tirs jixwe ji navê wê jî diyar e. Ez bawer im di zaroktiya me hemûyan de cihekî wisa bi efsûn, cihekî wisa bi tirs hebû. Qet tune be mezel(gor)ên gund xwedî taybetiyeke wisa ne bi gelemperî. Girê Cinan, ne gengaz e ku xwendevan nebe wî cihê taybet ku di zarokatiya wî/wê de navê 'tirs'ê li mêjiyê wê/wî nexş kiriye û heta bi heta dê di binhişiya wê/wî de bijî. Ezê yek bi yek li ser mekanên hemî çîrokan nesekinim lewra nivîs dê gelekî dirêj bibe.
Wext: di çîrokan de wext wextê zarokatiya me ye, ne anha ye. Her çiqas di hin çîrokan de qala dema têdeyî bê kirin jî ew ji bo leheng û nivîskar e lewra dema mirov dest bi xwendina çîrokan dike bivê nevê mirov niqûyî gola demên berê dibe. Nizanim gelo bi zanebûn 'bîr' ewqasî hatiye bikaranîn an ji ber ku li wê herêmê bîr pir tên bikaranîn ev tesadûfek e lê bi ya min çiqasî bi zanebûn çiqasî bê zanebûn be jî ew bîr binhişiya nivîskar bi xwe ye û ew binhişî jî bi gelemperî ji demên zarokatiyê mane. Bîr metaforek e û di wateya 'wext' , 'dem' ê de bi gelemperî tê bikaranîn. Herwiha di destpêkê de jî gotina li ser bîrê bawer im tesadufeke xweş e
Di hin çîrokan de ji ber ku bi şêwe û vegotineke fantastîk hatine vegotin wekî "Pêşbaziya Rihan, Qopo" wext jî xwedî taybetiyên fantastîk e û divê wiha be jî li gor min. Di vir de tenê dixwazim li ser çîroka "Pîresêr" jî bisekinim lewra wext di wir de nêzî me ye her çiqas çîrok nîvfantastîk be jî. Ango çîrok fantastîk e lê di wextê me de ye, di sedsala 21. de ye. Bi dirêjahî mirov dikare li ser çîrokên vê pirtûkê yên fantastîk bisekine lê ew mijareke serbixwe ye. Helbet çîrokên fantastîk li gor min bi rexneyên têr û tije ne jî di heman demê de. Di çîroka "Pêşbaziya Rihan"de rexneyeke pir micid û di cî de heye. Ango mirov dikare bêje nivîskar ne tenê li ser bûyereke fantastîk serê xwe êşandiye, nivîskar di heman demê de peyam û rexneyên civakî, olî jî reşandiye nav çîrokê û serê xwe pê êşandiye. Ev tişt mirov dikare ji bo çîrokên, 'Kitêb, rêx, dojeh' û 'Deriyê Li Serê Çiyê' re jî bibêje herwiha rexneyên balkêş hene li gor min.
Bûyer: bûyerên cûrbecûr hene di çîrokê de dikarim bêjim dê xwendevan ji bûyeran têr bibin. Gelek bûyer jî herwekî li tenga me bûbe, li gundê me, di nav cîranên me de bûbe wisa naskirî tên. Ji hêla bûyeran ve mirov dikare pirtûkê bike du beş: bûyerên fantastîk û bûyerên ku li her gundî teqez bi awayekî qewimîne rasterast ji nava jiyanê.
Leheng: di warê lehengan de her çiqas wekî hemî nivîskarên 'mêr' ji hêla lehengên 'jin' ve ne ewqasî dewlemend be jî pir ne kêm bû bi ya min. Lê dîsa jî divê çend çîrok bi devê 'jin' ê bixwe bihatana gotin ev jî fikrê min e her çiqas ji bo nivîskarên zilam ev tişt ne hêsan be jî. Dixwazim bibêjim ji hêla hejmara jinan ve çîrok gelekî baş bû lê tiştê ku ez dixwazim bibêjim jin divê di destê nivîskarên zilam de êdî bibin 'kirde' ne 'bireser' ango jin bibe vebêjereke xurt. Ji vê hêlê ve ez jî xwe gelekî qels dibînim lê hêviyên min jî bi vê pirtûkê û pirtûkên wisa mezintir dibin. Wekî din leheng carina dibin cin carinan dibin kûçik, carinan jî mirî bi xwe ne leheng. Ji hêla lehengan ve dewlemend e pirtûk.
Hinek çîrokên nivîskar hêviyên min gelekî xurt kirin di warê çîroknûsiyê de wekî 'Bablîsok' û 'Qelş' ê. Herwiha ev herdû çîrok bi min ji yên din bi gelek taybetiyên xwe diqetin û hêza nivîskariyê di wan de li ber çav e. Şêwe û vegotina van herdû çîrokan bi min balkêş bû di heman demê de gelekî herikbar bû. Di hin ciyan de digel ku çîrok di nav çîrokê de bi nîvî dimîne jî xwendevan tim bi çîrokê re bazdide ev jî xweşiyek din bû.
Dixwazim qala ziman jî bikim. Zimanekî gelekî xweş û herikbar hebû. Mirov qet aciz nake û bi destê xwendevan jî digre ango ne li pêş diçe û ne jî li paş dimîne rasterast bi xwendevan re diçe ev pir li xweşa min çû. Ziman gelekî di bin bandora çîrokên gelerî yên ku em ji kal û pîrên xwe an jî ji dê û bavên xwe guhdarî dikin maye lê ewqasî jî bi nûjenî hatiye xemilandin ez nivîskar di vî warî de pîroz dikim ev ne hêsan e birastî jî lewra vegotina çîrokeke gelerî û kevn bifikirin hûn bi awayekî nûjen tînin ziman û hem çêja kevnar hem jî çêja sedsala me tê de heye.(şêwazeke xweş bû çîrokên fantastîk yên ku di binhişiya nivîskar de ji demên zarokatiyê de mane bi awayekî nûjen û bi çîrokên nûjen hatiye ziman) Vegotin û ziman ji serî heta dawî xweş herikî û xwendevan aciz nake û di heman demê de alîkarî bi xwendevan re dike. Diyar e hêza edebiyatê bi nivîskar re têra xwe heye ji ber vê yekê mirov di çîrokan de li zimanekî bêtir edebî digere(şayesandinên xwerû edebî) lê ez bawer im ziman bi zanebûn wisa hatiye bikaranîn. Dîsa jî carina di çîrokan de ez bêjim ez li zimanekî xemilandî ne geriyam dê derew çêbibe.
Ji hêla rexneyê ve jî dixwazim nivîskar di cihekî de rexne bikim lewra rexne jî û analîz jî ji bo pêşveçûnê ne. Herwiha li gor zanîn û xwendina xwe ez dikarim tenê di vî warî de nivîskar rexne bikim: ji bo pirtûkeke ji diwanzdeh çîrokan an jî ji yanzdeh çîrokan pêk tê, sê çîrokên ku bi şêweya şiyarbûna serleheng diqedin zêde ne li gor min. Ango tenê çîrokek bi wê şêweyê bes bû. Dema mirov dawiya sê çîrokan bi vî awayî tîne bivê nevê ev tişt hinekî tê ber çav.
Wekî din siheta nivîskar û weşanxaneyê xweş be Her çiqas 'da' û 'ra' yên Wardozê ez westandibim jî gelekî kêfa min ji pirtûkê re hat û ya rastî ji hêla nivîskariya Kurdî de gelekî hêvî da min. Herwiha Wardoz jî ji qalikê xwe yî folklorîk derketiye (bila peyva folklorîk teqez weke tiştekî neyînî neyê fehm kirin lewra ez bi wan her û her serbilind im.) Bi gelemperî li ser berhemên gelerî û folklora kurdî dixebitîn lê anha ez dibînim ku berhemên nûjen jî jê derdikevin ev tişt jî bêtir li xweşa min çû. Em li benda nivîskar û berhemên bi vî rengî ne mala we ava.