NÎKOLAYEV POPOVIÇ
Ne qulingê Evdalê min perr bi nexşin, Ne qanatê birîndarin jor diweşin,- Cote gemiyê zirîkirî serî perin, çar hewarê erşê ezmîn zor digerin. Zûda çûne perwaz dane ser Hebeşe, Ji ser çevê evd hildane ava reşe... û kubarin nav gemyada herdu cêwî, Ji ber pêşa ulim welidî bûne rêwî. Ser tevekê jor hiltêne hildiqoşin, Ro - hîvêra dewîkarin, şert û qoşin. Qey bêjî ro ber "Vostoka" dilerize, Serê hîva rûbixêlî ber wan nimze. Bera ezmîn hev dikeve, kefa gewire, Ku ber gemya zû direve mîna ewire: Dewlê berê kaw-kubarin, pêle safî, Xoznebar lê sovekarin bi şitafî. şewq û şepal, nûr û neder wanra xemle, Ulimê dewirê destê wanda sêr û remle. Li ser pêla serbest, aza ewan syarin û li xizna binê berê ha dîndarin. O ber çine, vir wextekê evidê ji wir Bera bînin, dewsê topkin lal-cewahir: Yan ji erda ber-okyana bibin ezman, Dewsê bavên bax û baxçe, rez û bostan. Dive mîna zom-zozanê evan heça Her havîna Marsê mera têkin daça: Hesok ji wir bilûrêxe ewê demê, Zelxê vir nav êmanekî here hemê... û dibe em dewsa yêr û warê benda Ezmên têkin ciyê dewata û govenda, û wê hingê hîva zer jî xwe têkin text, Wexun eşqa evan şêrêd xwey nav û bext. *** Gulnaz, wekî minra yarî, îda min çi derde, Piş min çiyayî û beyarî, çî min çel û nerde. çevê teda soz-îmane, min qirar û şerte, Te sîng çayîr û çîmane, minra war û erde. Muhbeta te min bihare, sufet teva şerqe, çi xema min hewa sare, zivistana serte... Hub-evîna te esmerê dermanekî merde, Nakim xofê jera merê, xayîn û nemerde... Minra dinya û alemî, şîrin, de xeberde, Hezar lutbî û kilamî ez hilînim ber te
Sayfa 35 - Weşanên Lîs·Kitabı okudu
Şiir
·
172 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.