Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

504 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
36 saatte okudu
Ev berhema qedirbilind a Xalid Sandînî tevahiya xwe 503 rûpel in. Di  berhemê de 36  helbestê Feqî hene.Cenabê Xalid bi hûrgilî ser helbestan sekinîye û hema bêje çavkaniya hemû helbesta livo livo eşkere kiriye.       Feqî di sala 1561 anjî 1563 de li Miksê dayîk bûye. Feqî kûre Mîrê Miksê bûye û wê demê Mîrtiya Miksê zef xurt bûye. Lê Feqî guh nade vê şahişengiyê û tenê hunera xwe re mişul dibe. Her çiqas helbestvanê wê demê xwe dîwanê axa û bega da ecibandibin jî Feqî guh nade wan jî û tu caran dîwanê axa û began da runanê û bo wan naafirîne.Şûna wî her di nava gel de dimîne. Bi gel re, bo gel diafirîne. Guna helbestvanê wê dewrê ku  di bin bondora hev de dimînin û peyv û têgehen biyanî kar tînin jî nake.Ji ber wê zimanê ku karanî ye xwru û zelale. Bela sebeb helbestê Feqî di nava gel de pir tê zanîn. Çi helbest çi bi forma stranan.       Netew heziya Feqî di helbestê wî de bi awayekî vekirî xwe eşkere ye . Helbesta Kela Dimdimê de wusa bo Xanê zêrînzend dikale û dinale. Qewlî gotiya va kevir û kûçikan tîne xatê. Helbesta  Zembîlfiroş de jî him bûyerek gel bi têgeh û şêwazek çandî him jî hebûna jinê lidardixe. Feqî heta bejî dildare. Realîst e lê dîsa jî pir melankolik e. Helbestê feqî de ışq xala sereke ye. Işqa gel a ziman a netewê a sirûştê û a dîlberê. Feqî Mîrzayê Mîrîtîya Miksê. Helbestvanê axir dewrane ye. Dîsa jî ışqa xwe sirûştê re vedibêje. Avê re diaxive tery û tuyan re diaxive. Raste rast dîlberê bi xwe re nabêje.  
Feqîyê Teyran
Feqîyê TeyranM. Xalid Sadinî · Nubihar Yayınları · 201793 okunma
·
276 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.