Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Mixabin wiloye...
Rehme le, çîrokek bave min hebû, ez tu carî ji bîra nakim. Digo: Di xelay de kerwanekî feqîra diçû deştê ku ji zaroken xwe re hinekî zad bikirin. Le nijdeke keleşan li wan derdikeve dest û linge wan gire didin, davejin bin dareke û qirûqar û heywanê wan li hev par dikin. Lê ji bo qir û qafa, nav keleşa xera dibe û radibin hev bi xencera û çend ji hev dikujin û birindar dikin. Di pevçûna wan de ji dêla ku kêfa xwediyen kerwanê ye giredayî be îca li ber keleşa dikevin û ji dûr ve şîreta li wan dikin ku dev ji hev berdin.Bi serê we zarono ji aliyê van benda de ve em jî bûne wek rêwiyên wî kerwanî. Demoqrat bin Xelk bin me feqîra tazî dikin ku îca bi hev dikevin em dibên filankes baş e û filankes ne baş e.
··
776 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.