Keç û kurên ku hene li Botan
Belkî li tevahiya Kurdistan
Her kesê bi ciwanî navdar e
Li deftera me bi cih û war e
Bi qasî li şar yên xweşik hene
Hemî rû bi rû me ew dîtine
Lê îro du keç zêde perîşan Ji ser ta piyan hevrîşim li wan
Pir ciwan wek roja di ezman de
Pir bi ronî wek hîva li çarde
Ji nişkê ve ew herdu bûn xuya
Ji dûr ew ketin wek durrên buha
Bi ser wan ve çûn binêrin kî ne
Me dît ku ne wek me ademî ne
Bêguman firişte bûn yan perî
Ew ne wek me bûn ji av û herî
Gava ku me dîtin ew perîzad
Aqil û hişê me çûne berbad
Wek du peyalên Cemşîd bûn ewan
Em jî wek roj û hîva li ezman
Gava ku hatin beramberî hev
Çira û şûşe bûn hemberî hev
Şûşê ji stêrê ronî veda
Ronahiyek hat ket dilê me da
Eger fitîl û çira ji wan bû
Agir ji rûyê me herduwan
Zeyt û agirê me dîsa vêket
Me dil pê vêxist agir bi bê ket
Şewitîn me nizanî çi hal e
Hişyarî ye xewn e yan xeyal e?