Siyabend û Xecê
Xecê got:
Serê çiyayê Sîpanî-Xelatê wê bi mije,
Binê çîyayê Sîpanî-Xelatê wê bi mije.
Kê dîtiye, kê bînaye,
Wekî nêçîr-nêçîrvan bikuje?
Gakûvîyo, te stru dirêje weke bejna mino,
Çewa te ji hev kir destê jin û mêro?
Stru dirêje weke dara sûkê.
Çewa te xirab kir bextê xort û bûkê?
Siyabend got:
Xecê, Xeca mine delal,
Çewa nebû mirazê min te,
Meyê xwera serê Sîpanî-Xelatê,
Çêkira konekî rindî delal.
Xecê, meke melûbîne,
Hêsira ser sûretê sorda mebarîne..