Memê Alan
...
Dawî, Mem çû mala Emer Begî, got: "Xalo, tu were şalê ji vî heywanî ra bînî, çare û dermane."
Emer Beg hate wî cihî, vekir derê her heft odane
Rabû, kete hundir, destê xwe avête bijiyane
Di dest Emer Begî da bû mîna mihiyane
Emer begî gazî Memî kir, got: "Xwarzî, were, siwar be bi izna Xudane!"
Mem çû, siwar bû li pişta Bozê Rewan e
Dakete meydanê pê lîst lîzkekê didiyane
Edî, heywan rihet bû wekî hespane
Memî emir da bîst û pênc seracane
Gişkî hatin, sekinîn ser lingane
Memî got: "Ez ji we dixwazim hon tev çêkin taximekî ji bona Bozê Rewane
Eger ez tê da bibînim qisûr û kêmiyane
Ezê we gişkan bi dar da kim, bi sêpiyane!"
Seracan gotin: "Padîşahim, emrê te li ser serê me û çavane!"
Ji bona taximê Boz, rakirin herçî gewher û zêr û zîvê giranbeha di xezînan e
Heya şeş mehan tê xebitiyane
Li şeş mehan bi şûn da, Beglî gote Memî: "De rabe, hazir bû taximê Bozê Rewane."
Mem dakete jêr, taxim dane ser Boz û bîst û pênc seracan dest girêdane
Bengz û reng ne ma bû di rûyê wane
Ji tirsan mîna merî ber sermayê dileriziyane
Memî taxim eciband, gelek xelatên baş dane seracane
Taxim gişkî şixulandî bûn bi çînane
Li ser bi kevirê gewher şixuliyane
Zengû ji zêr in, zexme gulabdin in, mîna şewlê rojê diçirisiyane
Di nava rikêban da, kevirên elmas qor danine mîna hebên tizbiyane
Hesinê lîwanê gişk polad e, ji hesinê birûskê çêkirine ji bo dev û diranane.
...