HIŞYARIYÊN ŞEVANE
Ev hêsayiya ronîkirî ye, ne ta ne bêtaqetî, li ser textî an li ser çîmenî.
Ev heval e ne sergerm ne lawaz. Heval.
Ev hezkirî ye ne eziyetker û ne eziyetkirî. Hezkirî.
Hewa û dinyaya qet lênegeriyayî. Jîn.
-Nexwe her ev bû?
-Û xewn sar dibe.
Arthur Rimbaud
Birqên Direxşan