Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Folklor - Biwêj - Çîrok Morika hêşîn belav kirin (Morika hêşîn bi kê re, rih û canêm ji wê re) Carna hin kes hene ku naxwazin dilê kesî ji xwe bihêlin. Kesên wisa her dixwazin ku hemû kesên li dor xwe memnûn û ji xwe razî bikin. Ger sedema wan rast be jî naxwazin xwe bi kesî re xira bikin. Kesatiya wan ên wisa hindek şelaqî jî dihêwirîne. Di zimanê kurdî de ew biwêj di wateya; - Ew gelek fenek e, - Ew gelek durû ye, - Ew gelek fêlbaz e. Weke nimûne; - Mihemed mirovekî sernerm e. Got; Ew jî morikê hêşîn belav dike. Binyata vê biwêjê digihîje serpêhatiya kesekî xwedî du jin û fêlbaz. Dibêjin; Mirovekî bi du jinan hebû, herdu ji hev cuda nedikirin, qase ku ji destê wî dihat herdu jî weke hev digirtin, lê dîsa jî, di navbera herdu jinan de çavnebarî hebû. Rojekê mirov ji ser etarekî du morikên heşîn û sipehî kirîne, her jineka xwe yek dayê, lê herdu bi hev nehisandin. Dema ku êvarî ji kar dihat, hê li deriyê hewşê bû gazî dikir ku; - Morika hêşîn ji kê re, rih û canêm ji wê re. Herdu jinan ji xwe û xwe re digotin; - Ew gotin ji bo min e. Kêfa herduyan jî cûda xweş dibû. Wê rewşê zemanekî dom kir, piştî demekê hersê jî bi hev hisiyan, lê tu kesî ew rewş xera nekir, hersê wisa bi hev re kamiran jiyan...
101 Biwêj 101 Çîrok
101 Biwêj 101 Çîrok
·
23 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.