Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ker û GA:)
Rojekê, gundî li pişta gayî siwar ji gerê vegeriya malê; gayî, ker ziktêr, binê wî paqijkirî û afirê wî bi ka û ceh tije dît. Gundî, tiştê ku ga ji kerê re digot, bihîst: "Xwarina te, ji te re afiyet û şîfa be. Dema ez westiyayî û ji hal ketime, tu li isterehet î, afirê te tije ye, tu cehê paqij dixwî û binê te paqij dikin, herçiqas xwediyê me li te jî siwar dibe, lê ne hertim. Lê ez an li bin nîr an jî di nav gêreyê de me." Kerê bersîv da: "Gava ew nîr bidin ser stoyê te, xwe biavêje erdê, ew li te bixin jî ranebe. Eger te rakin jî, tu xwe cardin biavêje erdê. Heke te bînin malê û kizinan jî bidin te, mexwe; xwe li nex- weşiyê deyne. Çend rojan li ber xwe bide û xwarinê mexwe, bi vî awayî tu dikarî ji zehmetiya kar xwe bi dûr bixînî û iste- rehet bikî." Gundiyê xwediyê wan her tişt bihîst. Gava xulamek hat û ka xiste afirê gayî, wî dît ku ga wek her carî naxwe; serê sibeyê wexta ga birin nav zeviyê, wî dît ku ga nexweş e. Xwediyê malê got: "Kerê bîne, li şûna gayî, têxe bin nîr û pê cot bike." Xulêm çû ker anî, heta êvarê pê cot kirin. Êvarê gava ker anîn malê, li êxur, gayî ji wî re gelekî spas kir; ji lewre fersenda bêhnvedanê bi saya wî bi dest xistibû. Lê kerê bersîva spasiya wî neda; berevajî ew ji şîretên xwe gelekî poşman bû bû.
·
38 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.