Divê em guhên xwe dengê xwîna xwe nexitimînin. Ber ku xwîn nabe av
Temurê Xelîl( Temurê Muradov. Muradov Hamlet) di sala 1949 de Erivan a Ermenistanê dayik buye. Malbatî bi koka xwe ji Bedlîsê jî bin.Li Digor a Qersê koçî Erîvan'ê kirine. Xeynî gelek berhemên xwe en bêhempa. Dengê Xwînê bi novelkî ristiye. Ev novel tevî du çirokên biçûk, çiroka xwe a sereke Dengê Xwînê ve pêk tê.
Ziman dewlemend û xweru ye. Şêwazek wusa profesyonel e devokê wedatir qriqa Kurdên Sovyetê kar aniye. Derveyê ekola Sovyetê, zêdetir ser mijarê sekiniye. Metleb û mexseda wî a sereke famdekirina mijarê ye. Netewheziya xwe a dilovan bi keyfa dilê xwe bi kesayeta sereke Temo va hure hur hunandiye.
Kesayetê sereke Temo û Alînaya biyanî dil berdine hev. Temo Alînayê pir hezdike. Lê dizane ku.Dema Alînayê re bizewêce. Wê zarokên wî durî ziman û çanda Kurdî mezin bibin û bijin. Dilê Temo vî tiştî ranake û dev evîna xwe a teretemiz berdide. Alîna wî a nazenîn jî alîkarê Temo dibe û hevvediqetin. Lê heya îro jî (Niviskar bi xwe axirya çirokê de dibeje) didome. Hevdu hezkirênek ew qas delal, alî kî milletheziya Temo bedilê dinyakiye. Li gorî nivîskar Temo û evîna xwe jî yek jî şehid ê welat e( #192952530)
Çirok alîkî va ew qas romantik e ( evîn qet venamire) alîkî ve jî rexneyên cî bi cî dike. Yanê evîna welat ser evîna kesane. Şeyasandin gelemperî pir baş bun(#192946384).Lê a herî xweş bawerim a dengê xwînê bu(#192946509)
Divê em guhên xwe dengê xwîna xwe nexitimînin. Ber ku xwîn nabe av.
Niviskar hem di nava çiroka dengê xwînê( #192952495 ) hem jî di "Hem Şîş Dişewite Him Kebab"ê de. Rexneyê Kurdê ji bo kutê xelkê xwe wunda dikin dike. Çiroka dawî Buka Rubixêlî de jî dayika Kurd a serbilind û dilbixwîn bi aweyekî drajîk(#193021028) radixe ber xwênera.