Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Di Şerefnamê de Selaheddînê Eyyûbî El Kurdî
(Selaheddînê Eyyûbî 830 sal berê wek îro di 4ê Adara sala 1193an li Şamê rehmet kir. Ez bihurmet û hezkirin mezinekî Kurdan yê bidad û dilovanîya xwe li dinyayê navdar bûye bibîrtînim.) Şerefname Di Derheqê Serpêhatiyên Siltanên Misir û Şamê De Ne (Yên Bi Navê Binemala Eyyûbî Bi Nav û Deng in) Dîrokzan û lêkolînerên li ser zemanên berê rîwayet dikin û wiha dibêjin; bapîrên Sultanên Misir û Şamê, ji bingeh û hîmê xwe ji Şadiyê kurê Merwan in, ew ji esil ji Kurdên Rawend ên Dwîna Azerbaycanê ne. Gundê Dwîn, niha wêran e û jê re Kernî Çixur Se'd tê gotin. ... Şi'ir: "Ne mimkun e li ciyê mezinan bi gotin rûniştin Tenê ev mimkun e bi xwedî bûna bi wesfên mezin" ... Selaheddîn, tu çiqas ji Xwedê hezbikî ewqas Sultanekî dadmend, merd, mêr, aza, sergiran, nefsbiçûk û dilgeş bû. Li ba wî, mirovên destpak û hunermend gelek hêja bûn, dostê herî nêzik ê edîb û zanayan bû. ... Qasê ku tê gotin, di merdîtî û comerdîyê de Sultan bê emsal bûye, li ba wî malê dinê û xweliya qeraxa devê rê wek hev bûne. Hetta ew roja ku wî koça dawiyê kiriye, berê xwe daye ber bi wê serderê bilind, bi wan hemû hebûn û xwedîtî lêkirina tev saltanat û nifûz, sînorên bêserî û bêbinî, bajar û wan welatan ve jî, tenê 47 dirhemên zîv li ser derketiye. Belê rastî tenê ji aliyê Xwedê ve tê zanîn. Selaheddînê Eyyûbî di 4ê Adara sala 1193an li Şamê rehmet kir. Şi'ir: "Rast, dilpak û dadperwer be Heta hetayê serbilind û serwer be" Şerefxanê Bedlîsî - Şerefname
Şerename
Şerename
·
52 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.