Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

HELEBÇE
em bi hevre mirin mirovno! pênc hezar însan ne şînahiya esmanan ne xweşikbûna kûlîlkan herikîna çem û robaran û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ne êdî. stranên me yên evînî rawestiyan lê negerin naxuye di bîbikên me de jiyan ji toza ewrên zer û bêhna sêva riziyayî zêdetir. ji xwe em xizmên hev bûn xewn û xeyalên me wekhev em bi hev re mirin pênc hezar însan. PÎR Û KAL: min tu carî nebihîstibû dengekî wiha bêhneke wiha min nekişandibû cerga xwe derewan nakim. dibe we ez neaniyama bîra xwe an kulîlkek neçanda li ser gora min. jixwe gotinên me pere nedikirin nîvmirî bûn em tirsiyam dîsa jî derewan nakim. lê ew zarok çima bi me re ne qey wê nejiyana bê nasnav be jî an xizaniyek xedar. DERGÛŞ: çi bibêjim bê feyde ye hatin û çûna min bi hev re jixwe hê nav jî li min nehatibû kirin. DAYÎK: van bêbavan pirtûkên pîroz jî nexwendine ji evînê bê par in berxê min di dergûşê de ma destên min bûn dareke hişk û me hev hembêz nekir. ZAROK: min digot qey ev jî lîstikek e hey hawar dikim kes nayê banga min goga bavê min îro kirî jî ma di hewşê de wê kî pê bilîze gelo kes ma? MAMOSTE: çi qasî li min xweş dihat evînê hînî zarokan bikim hevaltî, biratiyê hê zengilê betlanê lê nexistibû ev mirin çima û li depreşê nîvco ma nivîsa serfiraziyê. AXA: ev çend mal û milk ev çend dirav û zêr û bêdadiya min nekarî rawestîne mirinê min digot em ê ne tê de bin çima em haydan nedan? XORT: min gustîlek kirrîbû ji bo gulbihara xwe va em bi hev re çûn wê bidin yeke din min ji bo wê hewce nema. HELBESTVAN: kê digot wê ew qasî bi wate be helbesta me ku tu carî pênûsa min xwîn nerijand ŞIVAN hê teze ji maka xwe bûbû karika bizina bedew yekcar şîr nemêtibû hê li ber xwe nakevim bizanibin me bi hev re veşêrin di bextê we de me bi seyê har re. XWEDA: ez jî şaş mam, bawer bikin kê destûra vê komkujiyê da? li min biborin ketime bextê we MIROVAHÎ: hûn bi hev re mirin bi yeksanî, bi biratî rûreşî para me! DÎROK: bû deqeke tenî rûnişt li ser eniya min navê te Helebçe ez hêvî dikim mirovno bila kes li deriyê dilê min nexe îşev dixwazim bigirîm bi têra xwe!
Berken Bereh
Berken Bereh
··
1.626 görüntüleme
Rakel` okurunun profil resmi
Dâye, bêhna sêva tê...
Sosyaldeli okurunun profil resmi
Elma kokusu..
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.