Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Şîretên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ji bo Kurdan ... Hem jî "cesaret û namûsa millî" ku avaker û parêzvanê her mikemelbûnê ne, emrê we dikin, dibêjin: "Heta niha we ji mêjiyê xwe ber bi dil ve rêyek vekir, aqil û hêz xistin nav hev û perwerdeya xwe bi yekkirina şûr û qeleme pêk anî û bi vî şiklî hûn di mêraniya maddî de bi pêş ve çûn. Îcar çawa ku we wisa kir, niha jî ji dilê xwe ber bi fikir û ramanê ve rê û coyekê vekin. Hêzê bişînin hewara dil, hissiyatê jî bavêjin pişt fikr û ramanê da ku "namûsa millî" di meydana şaristaniya aqil û mêraniyê de payîmal nebe. Divê hûn şûrên xwe ji cewherên zanist û sin'et çêbikin." Hem jî zimanê we yê ku jê re "zimanê zikmakî" tê gotin, cihê eksvedana tirêjên hestên millî ye, dara fêkî ya edebiyatê ye, ava jiyanê ya cobara perwerdeyê ye, pîvana adil ya qîmet û mikemelbûna we ye. Zimanê we yekser di wijdana herkesî de cihekî vedike û mîna baqeke tîrêjê bandûrê lê dike, (bi îhmala we pir tevlihev bûye û hinek şaxên wî hatine birîn) û misaîd e ku ji dareke mîna dara tûbayê re bibe tecellî. Lê, ji ber ku weha hişk bûye, perîşan maye û di edebiyata ku zimanê şaristaniyê ye de jî qels maye; zimanê we bi zimanekî xemgîn giliyê we li cem hemiyeta millî dike. Di însan de mohra qederê ziman e. Gotina xweş û xemilî, şiklê mirovahiyê li ser ziman neqiş dike. Ji ber ku zimanê zikmakî tebiî ye, bêyî ku mirov li gotinan bigere, gotin bi xwe têne zêhnê mirov. Ji ber ku danûstandin tenê bi manayê ye, zêhn belav nabe û hînbûna ku bi wî zimanî dibe, mîna neqşa li ser kevir baqî dimîne. Jixwe çi tişta ku bi cil û bergên zimanê millî be, çi jî be xweş xweya dike, rind li mirov tê. Ha ez ji we re mînakeke hemiyeta millî pêşkêş dikim; ew jî Xelîl Xeyalî Efendiyê Mutkî ye. Çawa ku ew di her şaxên hemiyeta millî de li pêş e, di şaxa ziman de jî berhema pêşîtiyê wî kiriye; elîfba û gramera ku bingeha zimanê me ne, nivîsîne. Ez dikarim vê jî bibêjim: Wî camêrî esra hemiyet, xeyret û fedakariyê, bi parastina belengazan re mezc kiriye, stiraye û wucûda wê ya manewî çêkiriye. Heqîqeten jî ji ber ku di madena Kurdistanê de cewherên hemiyetê yên mîna wî camêrî peyda dibin, hêvî heye ku gelek cewherên mîna wî paşeroja me ronî bikin. Îcar vî zatî numûneyeke hemiyetê ya şayanê lipeyçûnê nîşan daye; bingeha zimanê me yê millî ku muhtacê kemilînê ye daniye. Ez li ehlê hemiyetê tewsiye dikim ku li pey wî herin û li ser bingeha ku wî daniye ava bikin. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî Ji rûpelên 488-489
Rêbera Xizmetê
Rêbera Xizmetê
·
104 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.