Destana Gilgamêş
Ote-Nipiştim ji Gilgamêş ra got:
Ma (gava) em xanînan ava dikin, wêran nabin!?
Û dema ku em peymanekê mohr dikin, ma narize!?
Ma bira pêmayê(mîrasê) xwe li hev par dikin, bo ku (berdewam) bimîne!?
Û kîn (nehezkirin) ku li ser qadê tê çandin, ma berdewam dimîne!?
Ma (ava) çemî berdewam bilind dibe û lehî (berdewam) tê!?
...