Saqî kû tibit ew ew, ’xem her tirijin dew dew
Nesîm vetidin hew hew, hey hey çelebî qûm qûm
Kûnde tibêjit qo qo, hûd hûd xu tibê po po
Ez her tibêjim ho ho, hey hey çelebî qûm qûm
Histir kû tiçin şet şet, sakin ne tibin qet qet
Seyran tikinê pet pet, hey hey çelebî qûm qûm
Derdim ji tebin tex tex, mûnşeqqe dilim rex rex
Dîdar me tivê ex ex, hey hey çelebî qûm qûm
Her geh ketibî car car, firyad tikim ez zar zar
Daim tibêjim yar yar, hey hey çelebî qûm qûm
Ey dostê bike lez lez, balim vebibez, bez bez
Sûhtim ji ’xemê ez ez, hey hey çelebî qûm qûm
Pisyar tikim ez rê rê, cada kû ’hebîb tê tê
Bîkan kû demek bê bê, hey hey çelebî qûm qûm
Ey xelwetî ta çend çend, qiflan li te kin bend bend
Bitgêrin li te gund gund, hey hey çelebî qûm qûm.