Puan vermedi·200 syf.··
2023 21. kitabı
Bi Minasebeta Xwendina 'Bazirganê Venedîkê' Li Ser Girîngiya Wergerê Çend Kelam Werger û wergêrî bo çi bi qîmet e? Heke em bixwazin bersiva vê pirsê hîn bibin divê pêşî em pirtûkên cîhanê yên bi qîmet bixwînin û binirxînin û helbet divê em bandora wan pirtûkên dewlemend ku dê piştî wergerê li zimanê me bike bînin ber çav û mêjiyê xwe. Gelek miletên bi bext an jî şareza wergerên klasîkên cîhanê ji xwe re kirin karekî pîroz û di avakirina edebiyata miletê xwe de wekî rê û rêbazekî bikaranîn. Helbet em Kurd ewqasî ne bi bext in mixabin(di vir de tika dikim bila wekî dramatîzekirina bindestiyê an jî bêdewletbûnê neyê fehm kirin) ji ber ku dewleteke me ya serbixwe çênebûye wekî gelek tiştên din em ji xwendina klasîkên cîhanê ya bi zimanê xwe jî dûr mane heta vê sedsalê. Belkî ji gelek kesan re ev tişt ewqasî ne girîng be an jî gelek kes belkî nexwendina berhemên bi qîmet yên cîhanê wekî tiştek lixwezêdekirin nebînin. Mixabin ev tişt ne tiştekî wisa ji rêzê ye berevajiya vê fikrê ev tişt gelek gelek bi qîmet e. Herwiha aniha nayê bîra min lê wekî Wînston Churchill di bîra min de maye, ji Churchill dipirsin dibêjin: Fîloyên Îngilîzan(komkeştî) an Shakespeare? Churchill dibêje helbet Shakespeare! Peyre pirseke din lê zêde dibe; London an Shakespeare? Ew bêyî ku çend saniyeyan di gûmanê de bimîne demildest dibêje helbet Shakespeare lewra London xera bibe em dikarin yeke din bi hêsanî ava bikin lêbelê em nikarin Shakespearekî din, nexasim berhemên wî yên bêhempa ava bikin... Birastî jî kesên mîna Shakespeare, Dostoyevskî, Joyce, Ehmedê Xanî..(Mirov dikare mînakan zêde bike) carekê tenê tên. ... Huner tiştekî pir balkêş e ew bi xwendinê, bi dîtinê û bi fehmkirinê diwelide; wekî kulîlkeke ku av li rihê wê bikeve û bibişkive bi xwe ve tê. Îcar wergereke bi qalîte ji bo miletekî ku serê xwe bi bilindkirin û dewlemendkirina edebiyata xwe diêşîne pir pir bi qîmet e. Wekî Arîsto jî gotiye huner teqlîd e di eslê xwe de. Helbet di vir de teqlîd ne kopîkirineke ji rêzê ye, kopîkirineke ji nû ve afirandin e. Heta em dikarin di vê mijarê de bêtir Platon ji xwe re wekî palpişt bigirin herwiha ew hunerê wekî teqlîda teqlîdê dibîne. Ez bawer im teqlîda teqlîdê hîn bêtir li wergerê tê. Ma jixwe her tişt di destpêkê de ne teqlîd e gelo? Ji ber vê yekê divê heta ji me bê em berhemên cîhanê yên bi qalîte pêşî wergerînin û paşê teqlîd bikin(ne rasterast kopîkirin) divê em ji klasîkan heta metnên herî dawî çapbûne yên nûjen zûbizû wergerînin kurdî û perekî zêde bikin li baskê kurdî. Yên bi zimanên biyanî nizanin bila xema nexwin lewra ev xurtkirina zimên ne tenê bi wergerandinê dibe herwiha bi xwendina wergeran jî dibe. Ango yê jê tê bila wergerîne û yê jê nayê jî bila bixwîne Îcar ciwamêrek derket ji xwe re vî karî kir armanc, kir daxwazî, kir rik..(Hûn çawa dixwazin wisa bi nav bikin) û dawiya dawî xwendevanên miletê xwe, gelê xwe û gewreyên mîna William Shakespeare û James Joyce bi hev da naskirin. Bi ya min ev ji bo zimanekî ku dixwaze xwe bi pêş bixe karekî gelekî bi qîmet e û gaveke pir mezin e. Ez qala serkeftîbûnê nakim lewra ji ber ku destpêk e û wergerên ku em wan rûbirû bikin tune ye divê mirov li ser serkeftîbûnê jî nesekine. Divê ne em kermêşê bikin gamêş ne jî gamêşê bikin kermêş(birastî gotineke wisa ya pêşiyan heye an tune ye ez nizanim:) lê ku hebe baş e û tune be jî bila ji îro pê de hebe:)) ango di sedsala 21. de êdî em nikarin pesnê xwe bi wergerên klasîkan bidin jixwe em zarokên çandeke ji her tiştî re derengmayî ne lê divê em xwe ji Xwedê jî nekin û dev neavêjin xebatên bi vî rengî lewra bo me tiştê herî girîng destpêk e û mala wî hezar carî ava Kawa Nemir dest pê kir û hîn jî didomîne. Heke hûn ji min bipirsin serkeftî bû an na? Min van berheman bi Tirkî xwendibû berê û ez dikarim bi dilekî rehet û wijdanekî objektîf bibêjim ji Tirkî ne çêtir be qet ne kêmtir e. (Ez vî tiştî bêyî ku bi hestên netewî bifikirim û bihizirim dibêjim herwiha ez tehm û çêja xwendina Shakespeare ya bi kurmancî heke niha bînim ziman wî çaxî hevok têra min nakin û dê bêtir bê fehm kirin ku min hindik jî gotiye) Berî 'Bazirganê Venedîkê' min 'Macbeth' û 'Romeo û Julîet'ê jî dîsa bi wergera Kawa Nemir xwendibû gelekî li xweşa min çûbûn û jixwe ez di rexneanalîzeke xwe de li ser wergera Antîgonî ya ku birêz Tahirxan Giravî wergerandiye bi berfirehî sekinîbûm. Îcar dixwazim niha qala Bazirganê Venedîkê bikim lêbelê ez pir nakevim nava naveroka şanoyê lewra mebesta vê nivîsê ne ev e. Ez birastî jî gelekî di bin bandora nivîskariya Shakespeare de mam. Ev camêr hertim bi awayekî ku ez qet ne li bendê me tesîrekê li ser min dihêle. Dema min ev şano bi Tirkî xwendibû avakirina vê şanoyê pir li xweşa min çûbû berî her tiştî zîrekiyeke li ber çav heye di şanoyê de. Shakespeare di hin ciyan de xwe pir nêzî hest û ramanên Shylock'ê cihû kiriye û di hin ciyan de jî rasterast şûrê xwe jê re kêşaye û ew xistiye heft tebeqe bin erda reş. Hestên yekî cihû ji hêla yekî fileh(Îsewî) ve gelekî serkeftî derdikeve pêşiya me. Başîtî di berhemên Shakespeare de digel ku bi awayekî eşkere li ber çav e jî dîsa jî dema em rastî wê başîtîyê tên hestên me diricifin. Hevaltî, evîn, hevsûdiya kesên baş, şarezayiya jinê di şanoyê de gelekî xweş hatiye ziman û hem ji hêla bûyer û atraksiyona metna orîjînal hem jî ji hêla çakî û pakiya Kurdiya wergêr metin bi xwe bi xwe diherike. Ezê dirêj nekim lewra ez qala naverokê bikim dê gelek dirêj bibe. Hêvîdar im wergerên bi vî rengî zêde bibin û zêde bên xwendin herwiha wê çaxê dê zimanê me jî hîn bêtir bide çargavê. Belkî bi xêra vê minasebetê em bikaribin di ser çend salan ve qevaz bidin. Mala Kawa Nemir û weşanxaneya Avestayê ava be. Siheta we xweş. Dibe ku ji hêla rastnivîsê de xeletiyên min hebin ji niha ve lêborîna xwe ji xemxwerê Kurdiya kurmancî dixwazim.
Kurdî
Bazirganê VenedîkêWilliam Shakespeare · Avesta Yayınları · 202114,7bin okunma
··
1.340 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Kî dixwaze analîz çî ye, rexne çî ye? Bi zimaneke edebî û herikbar çawa pirtûk, werger, nivîskar tên analîz û rexnekirin bila werin lêkolînên te mamosteyê hêja bixwînin. Mamoste her ku ez lêkolînên te dixwînim çawa ku ez ji pirtûkekê baş sûdekî mezin werbigirim her wiha jî ji piştî lêkolînên te ez hîs dikim ku eynî sûdê digirim. Zimaneke herikbar, analîz û rexneyên di cihê xwe de... Hêvî dikim tu her bixwînî û her lêkolîn bike û parve bikî di vê rûpelê de. Wekî te jî go yê ku dikare wergerîne bila wergerîne yê ku nikare jî bila bixwîne. Ez jî dibêjim her xwendevan nikare van lêkolînên xweş bike, hêviya min ew e ku lêkolînen te her û her zêde bibe. Hewcedarîya min lêkolînek wisa gelek hebû. Ji ber ku kêfxweşîyek gelek mezin di hevok û textên Sheakspear de distînim û her wiha jî min gelek dixwest wê kêfxweşîyê bi zimanê xwe bistînim. Û piştî vê analîzê tu gumana min nema ji alîyê werger ve. (ya rastî berî xwendina lêkolînê jî ez pir bi bawer bûm bi Mamoste Kawa Nemir) Mala te, ya werger û ya Sheakspeare her ava be înşellah.
Rûbar Elî
Gönderi Sahibi
Mala te ava bo vê dîtina te ya xweş Mamoste Miheme☺️ Heke piçekî jî sûdwergirtineke edebî û zanistî li pey xwe hiştibe ev ji bo min cihê bextewarî û şanazîyê ye. Tu jî her hebî înşella☺️🌿🌸🌸
Tû bi van hest û ramanên xwe her hebî mamoste 🙏
Rûbar Elî
Gönderi Sahibi
Pir spas hûn jî her hebin ☺️🌿🌸