Gotinên berê xwe dispêrin tecrûbe, Aqil, kevneşopî û serpêhatiyan. Ji wana qewetê distîne. Fikr, raman, bawerî, hest, çand û felsefeya gelan a hevpar nîşan didin. Neynik a gelan e. Di her gotineke de maneyên kûr hene. Perwerdehî û hînker in. Ser zimanê gel diçin û tên. Gotinên xwezayî ne, kurt û maneya wan kûr in.
Di vê pirtûkê de hûn dikarin serkaniya gelek Gotinên Pêşiyan yên Kurdan bibînin. Herwiha, ew gotin ji kîjan sedem û bûyeran pêk hatine, di çi wateyê de, bi kîjan şêwazê û ji bo kê tên gotin, hûn dikarin bibînin.