Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

112 syf.
·
Puan vermedi
·
6 günde okudu
Xwendineke Femînen
"Azadî û xwebûna wê ji her tiştî girîngtir bû." (r. 93) Suzan Samanci, yek ji wan nivîskarên kurd e ku bi zimanê tirkî ve dest bi nivîskariyê dike. Ji ber vê helwesta wê, gelekî rexne li ser nasnameya wê ya edebî têne kirin (maqûlbûna rexneyan cihê nîqaşê ye). Samanci, piştê çendîn berheman, di sala 2015an de cara ewil bi zimanê kurdî ve berhemekî dinivîse û dixe tûrikê edebiyata kurdî:
Ew Jin û Mêrê Bi Maske
Ew Jin û Mêrê Bi Maske
. Piştre, romana
Mîrzayê Reben
Mîrzayê Reben
dinivîse û berhema niha li ber destê me jî pirtûka wê ya sêyemîn a bi zimanê kurdî ye. Ev pirtûk ji deh çîrokan pêk tê û bi nêrîna rexneya femînîst ve hatiye nivîsandin. Ev taybetiyeke nivîskariya Samanci ye ku rexneya xwe ya li ser pergala baviksalarîyê bi zimanekî tinazî ve dike. Di romana xwe ya
Mîrzayê Reben
Mîrzayê Reben
de jî heman ziman bi kar anîye. Suzan Samanci, rewşa jinê ya li nav civakê, bi rêya çîrokên cuda ve, lê bi heman teşeyê ve, bi çavdêriyeke femînen ve pêşkêşî xwendevanên xwe kiriye. Du taybetmendiyên sereke yên lehengên Samanci hene: Jinbûn û Kurdbûn. Hemî lehengên wê penaberên kurd in û li Ewropayê, di nav têkoşîna jiyaneke hevpar de ne. Lê Ewrope ji wan re mazûvaniyeke ji dil nake: "Ewropa, buhişta derewîn bû bo me." (r. 20) Di ser da jî, kompleksa xwebiçûkdîtinê li wan zêde dike: "Tu penaber î vê ji bîr neke, ev çi pozbilindiya te ye?" (r. 98) Samanci, di hemû çîrokên pirtûkê de, ji aliyê zayendî û neteweyî ve, pergala baviksalarîyê dide ber rexneyan: "Heyra yên me ji çepgiran xerabtir in! Li der dûrişma bang dikin, dibêjin azadî û jin, dema têne malê li me dixin!" (r. 90) Di vê rexneyê de gazineke eşkere ji bo zilamên kurd hatiye kirin; lewra em di nav berhemê de dibînin ku lehengên mêr ên kurd, ji ber sedemên polîtîk li Ewropayê dibin penaber, li wir divê li cem jinên kurd bisekinin (li ser xeta wekhevîyê), çimkî herdu zayend jî ji aliyê neteweyî ve wekhev in, penaber in û xwediyê dew û dozekî ne: "Ka hûn jî maske û apolêtên xwe yên feodal bavêjin, hingê dinya dê xweştir û ronîtir bibe!" (r.92) Ya ku me di vê berhemê de dît eve ye: mêr di bin desthilatdariya Ewropayê de, jin jî hem di bin desthilatdariya Ewropayê, hem jî di bin ya mêran de ne; ev kurteya dîroka pergala baviksalarîyê ye. Suzan Samanci jî wek Mary Wollstonecraft, tim li ser girîngiya têgehên wek azadî, xwebûn, perwerde û hwd. a jinê disekine û dibêje: "Perwerde, wekhevîyê çê dike." (r. 96) Lewra yên ku zarokan perwerde dikin û ji civakê re amade dikin, dîsa jin bi xwe ne. Heke bi ya min be ez ê heta sibê binivîsim lê ez vê neheqiyê li we nakim, kurt dibirim û hêvî dikim ku nivîs û rexneyên bi vî rengî li edebiyata me ya keskesorî zêde bibin da ji me ra jî îş derkeve :) Bi hêviya civatên mişt bi kurdî!
Çîrokên Jinên Dilşikestî
Çîrokên Jinên DilşikestîSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 20216 okunma
··
240 görüntüleme
Rûbar Elî okurunun profil resmi
Sihet xweş ☺️
Şeyma okurunun profil resmi
Sihheta te xweştir be mamoste 🤗lewra ez jî niha nirxandina te dixwînim bi kêfxweşî ☘️
1 sonraki yanıtı göster
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.