Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

110 syf.
·
Puan vermedi
'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû. Di wê şanoyê de tîradeke bi vî rengî hebû: ..... Helbet dê dirî di destê me de herin Dê pêlavên me tijî xwîn bibin Dê îşkence li mêjiyê me bê kirin Û dê fikrên me bi dar de bikin Lê dema laşê me hemî êşan naskir Di dawiya rojê de Dê ew kulîlka xweşik di nav lepê me yî bi xwîn de be Jibîr neke heta xwîna me nerije Laşê me dê nebe aîdî me. ( Mixabin min şano heft sal berê bi Tirkî nivîsandiye û niha min wergera wê kir.) .... Tîradeke dirêj bû. Îcar herdu ristên dawî ango "Heta xwîna me nerije/ Laşê me dê nebe aîdî me" û "Diêşim wê demê ez heme." du heb guşiyên heman darê ne. Nizam ji ber wê tîradê û helbet lîstikvaniya muazzam ya xwendevana min Ayşe AKYOL anî bîra min an ji ber ku rastiyeke mîna striyên di bin neynokê de veşartî û bi êş e mêjiyê min ricifî. Îcar êş û wêje, êş û huner bi ya min bi pêwendiyên pir xurt bi hevdu ve girêdayî ne herwiha bi ya min êş bi serê xwe sirûşeke, îlhameke bêhempa ye . Êş di heman demê de çavkaniyek e ji bo hunerê lewra jidil jî heta laşê mirov neêşê bala mirov naçe ser wî ciyê bi êş û mirov qîmeta wê jî nizane. Wekî mînak girîngiya piyekî(pê,ling,nig,paq-ji ber ku li hin herêman pî di ciyê dest te tê bikaranîn:)) gelo ji hêla yekî qop maye ve bêtir tê zanîn an ji hêla yekî ku piyên wî saxlem in? Rehmetiya pîra min digot heta ku ronahiya çavê min neçû min nizanibû çavên min hene. Wî çaxî bi mêjiyê zarokekî helbet min ji gotina wê fehm nekiribû lê niha fehm dikim ku ev rastiya herkesî ye ne ya pîra min tenê. Hebûna tiştekî di tunebûna wî tiştî bi xwe de veşartî ye. Êş jî wisa ye, hebûna bextewariyê xem bi xwe ye. Xweza bi awayekî bêhempa li ser dijrabertiyê ava bûye. ... Di wêjeya tesawifê de êş wekî armancekê ye. Divê kesê di dergehê de ye biêşê, bibetile, têkeve rewşeke ne xweş. Bi gotineke din êş çav e, guh e û çerm e ango êş dîtinê dide çav, bihîstinê dide guh û hizirkirinê dide çerm. Ji bilî tesawifê dema em li mîtolojiyê an jî li dîroka dîn dinêrin di wir de jî heman tişt heye, hemî pêxember bi êşê kemilîne, di gelek ezmûnên bi êş de derbasbûne. Îsa bi çarmixê, Yûsûf bi zindanê, Yûnûs bi gamasî, Eyûb bi nexweşiyê, Ibrahim bi agir hatiye ezimandin. Mirov dikare mînakan zêdetir bike. Buda jî bo êşê mînakeke balkêş e. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di ''Risaleya Nexweşan'' de nexweşiyê wekî derfetekî dibîne, wekî avantajekê. Herwiha li gor wî êş te nêzî Xwedayê te dike(Heman fikir di wêjeya tesawufê de jî heye) êş merhaleyeke, rêyeke bi bal Xwedê ve ye. Êş sedema bibîranîneke ku xwediyekî te heye ye herwiha heta tu neêşî dê pêdivî û xwestekên te jî çênebin ji xwediyê te, ji Xwedayê te. Berî ku mijar bêtir belav bibe dixwazim werim ser şanoya Rênas Jiyan:) Di vê şanoyê de çar kes hene: Xwekuj, Girîvan, Bixwexeşanî, Fikirdar. Du kes ji wan xwedî êş in(Xwekuj, Girîvan) yek di erafê de ye(Fikirdar) û yek jê jî hîn êşê nasnekiriye(Bixwexeşanî) û ji ber vê yekê em dikarin bêjin ew nebûye mirov ango ew candar e lê ne mirov e. Herwiha gotina Tolstoy di vir de divê bê bîra mirov: "Heke tu êşa xwe hizir bikî tu candar î lê heke tu êşa kesên din hizir bikî tu mirov î." Ev jî nêrîneke din e di derbarê êşê de herwiha pîvana mirovatiyê hizirkirina êşa 'yên din' e li gor Tolstoy. (Di vir de û di 'êş'a min behs kirî de mebest ne êşa laş ya fîzîkî ye helbet; êşa giyanî, êşa ruhî ye.) ... Herdû lehengên bi êş jî hebûna xwe bi êşê dipeyitînin herwiha Xwekuj nameyekê jî li dû xwe dihêle û digel ku dê piştî mirinê hebûneke wî tune be jî di nameyê de ji bo mirov jê nefret bikin û bizanibin çiqas karekî qirêjî û pîs kiriye bûyerê dinivîse. Em dikarin bêjin êş rêyeke xwepaqijkirinê ye jî. Nivîskar bizrên ramanên xwe bi awayekî serkeftî reşandiye nav metnê û di hin ciyan de wekî rawestgehê xwestiye xwîner bisekine, bifikire û bêhna xwe berde. Metneke gelekî balkêş bû bo min û xwendina wê jî têra xwe zehmet bû lê tama wê jî hêja bû bi min. Ji bo şanoyê ango ji bo leyistina vê şanoyê li ser dikê ez dibêm dê pir zehmet be lewra nivîskar di destpêka pirtûkê de du rê nîşan dane û her du jî bi ya min zehmet in:) lê helbet wekî ku ez zanim ev şano hatiye lîstin û ji xwe re alternatîfeke xweş dîtiye(Lîstikvanek tenê bi axaftinên 'Xwekuj' dileyize.) Îcar meseleya destdirêjiya jinê, rewşa serdestî û bindestiyê, rewşa bendemayînê bi min xweş aniye ziman nivîskar. Tiştekî din jî heye di pirtûkê de, carinan dîtina meytê hezkiriyê mirov, nasên mirov dibe bextewarî jî ji bo mirov lewra tu tişt weke tunebûnê, weke wendabûnê mirov naêşîne. Heke mirî be jî însan dixwaze miriyê wî di bin axeke diyar de be. Ez bawer im dê di vir de şanoya Antîgonî bê bîra xwendevan. Min di rewşa Girîvan de Antîgonîya dilovan dît. Çar kes bêyî ku bizanibin pêwendiya jiyana wan bi girêkekê li hev eliqiye di tuwaleteke umumî de bi tîradên xwe rewşa welêt bi me didin fehmkirin. Nivîskar ji ber ku şairekî gewre ye bi hevokên xwe tesîra gotinan li ser hiş û derûniya xwendevan hîn xurttir dike. (Naxwazim di vir de rewşê ronîtir bikim lewra divê armanca xwendinê jî zirar nebîne) Çend nîşe di derbarê ziman û vegotina pirtûkê de: Zimanê wê ne zimanekî hêsan e birastî. Wekî mînak dikarim bêjim zimanê wê mîna rêveçûna di biyabanê de ye herwiha her gavê ku mirov davêje nigê mirov di qûmê de diçe xwar ji ber vê yekê mirov diwestîne. Lê heke sebra mirov hebe (teqez bila hebe) her ku diçe bûyer jî û karakter jî bêtir eşkere dibin. Her çiqas xwendina wê dijwar be jî gav bi gav nivîskar çend nîşaneyên biçûk dide xwendevan û meraqa wî/wê şiyar dihêle. Ji hêla şêwazê û vegotinê ve bi min hewcedariya edebiyatê bi pirtûkên wisa heye. Her çiqas dilê mirov li hin ciyan ji hin tiştan bixele jî ev tişt ji aciziyê bêtir hisandina bi hin tiştên ku her roj li dora me diqewimin an jî em di rojname, pirtûk û nûçeyan de laqayî wan tên zêdetir dike û rastiya qirêj li ber çavê me zelaltir dike. Bêyî hestên nijatperest di dawiyê de dixwazim bibêjim, Rênas Jiyan ji bo xwendevanekî mîna min sedema bextewarî û şanazîyê ku bi zimanê min dinivîse. Mala wî û weşanxaneya wî ava:)
Di Tuwaletê De
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belki Yayınları · 200639 okunma
··
725 görüntüleme
Şeyma okurunun profil resmi
"Kesên ku êş nekişandine, muhebbeta bi wan ra, gevezetî ye." Ez jî vê gotina êşkêşê gewre Cioran lê zêde bikim û ji te rica ye mamoste vê nivîsa xwe di formata gotarê de, berfirehtir binivîse, pirr hêja ye ☘️
Rûbar Elî okurunun profil resmi
Pir spas bo pêşniyariyê lê ez mirovekî tiral im☺️ heke rojekê xwe jêhatî hizir bikim teqez ezê ji bo vê pêşniyara xweş jî xwe bişidînim☺️🌿🌸
1 sonraki yanıtı göster
Bu yorum görüntülenemiyor
Ibrahim Ahmed okurunun profil resmi
Mala te jî ava ,mamoste. Em xwe "biêşînin"🙏
Rûbar Elî okurunun profil resmi
Avatir înşallah, divê em xwe biêşînin☺️🌿
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.