Şahnameya Kurdî
Rustemê Zal û Heft Xana Wî
Çîroka Kûkê Kuhzad
Digel ku Firdewsî di Şahnameya xwe de behsa destana şerê Rustemê Zal û Kûkê Kuhzad nake, ev destan yekem car wek pêvekên Şahnameya Firdewsî ji aliyê Turner Macan di sala 1829ê de hatiye çapkirin. Çendin riwayetên cuda yên destana Rustem û Kûkê Kuhzad li ber dest hene.
...
Di her du versiyonan de xala giring ev e ku malbata Zal, bacê didin Kûkê Kuhzad.
Ev bûyer istisnayek e di riwayetên destanî yên malbata Zal de. Di riwayetên farisî de, dij-lehengê destanê, yanî Kûkê Kuhzad, ku di hin riwayetên farisî de wek parêzvanê sînora Îranê tê nîşandan,' insan e lê tê gotin ku bi ihtimalek mezin, di riwayetên kevn de, ew dêwek bû û piştre, di pêwajoya vegotinên gelêrî de, wek insan hatiye destnîşankirin. Di hin riwayetan de ew kurê Serend, kurê Zehak e. Lê di riwayetên kurdî de, Kûkê Kuhzad rasterast wek dêwek hatiye pênasekirin. Ev xal, xalek girîng e û dikare isbata vê nêrînê piştrast bike ku riwayetên Şahnameyên Kurdî, ji yên farisî kevintir û orîjînaltir in.
...
Çîroka Kûkê Kuhzad
Li gor riwayeta kurdî ya Rustem û Kûkê Kuhzad, Rojek Rustem di nav bajarî de dibîne ku xelk gelek aciz in û hawar dikin. Ji kesek zana sedema vê dipirse. Ev zana dibêje ku mirovên Kûkê Kuhzad hatine, zilmeke zêde dikin û baca yek salê distînin. Zîra ji serdemên berê heta îro, malbata Zal bacê didin wî:
Rustem ji vê agahiyê pir aciz dibe û diçe cem bavê xwe, Zal. Jê re dibêje ku bac dayîn şerm û bednavî ye bo malbata wan û ji bavê xwe destûr dixwaze da ku biçe şerê Kûkê Kuhzad:
...
Zal ji gotinên Rustem pir aciz dibe û hemû tiştê înkar dike û bi qemçî lê dixe. Rustem mecbûr ji mala bavê xwe derdikeve û diçe:
...
Rustem û Gustehem serê Kûkê Kuhzad hildigirin û vedigerin. Rustem serê dêwê tîne bajarî û nav kolanê. Rustem bi xwîna Kûkê Kuhazad nivîsekê dinivîse ji bo Zal û tê de dibêje ku: Ey Zal, eve min serê dêwê ku ji Nerîman û Sam bac distand, anî bo te:
"Îmcar new duma bewrê nîknam
Des bird pêy keley ew dêwê bêram
Keley ew mel'un awird perî şar
Şukir kird ve zat danayê Kirdigar
Keley Kûk çûn kû awirdiş ve la
Niya ve guzer kûçe û pa qela
Ne xwîn keley ew dêwê deman
Nûsa ey Zal pûrê Neriman
Ye keley dêw in çenit awirdim.
Ve taqî bizan çûn merdan merd im
Sam û Nerîman bac medan ve pêş
Ve Zalê Zer han ew nedast endîş
Şêran ne bîşe peleng ne kûhsar
Ve zerbê gurzim mebû yextesar"
Sibê roj gava ku Zal û Menûçihr radibin, dibînin ku di bajarî de tiştek qewimiye û bajar wek roja mehşerê ye û hemû xelk di kolanê de kom bûne. Menûçihr sebeba wê meseleyê ji Zal dipirse lê Zal dibêje ku haya wî nîne ka mesele çi ye:
...
Bangî kesekî dikin û ji wî dipirsin ka mesele çiye. Camêr dibêje ku yekî serê Kûkê Kuhzad jê kiriye û aniye bajarî û hemû kes ji bo dîtina serê wî kom bûne:
...
Menûçihr dîsa ji Zal dipirse ka kê ev kare kiriye, lê Zal hêj nizane ku ev kar, karê kurê wî Rustem e. Zîra Rustem karek kiriye ku Sam û Neriman jî nekirine.
...
Şahmameya Kurdî