Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Rustemê Zal û Heft Xana Wî

Şahnameya Kurdi

Shahab Vali
Lêkolînên li ser qadên cuda yên çanda kurdî, dewlemendiya mythos û destanên vê çandê bi zelalî nîşan dide. Di vê çarçoveyê de dikare bê gotin ku çanda kurdî xwedî hemû cureyên mythos û destanên neteweyî yên lehengî ye. Afirandina dinyayê, çêbûna insanî, çîroka damezirêner, çîrokên lehengên kevne-mînak û hwd. di çanda devkî û nivîskî ya kurdî de bi awayekî kûr hatine gotin. Yek ji sahayên edebî ku çîrokên jor tê de xuya dibin, Şahnameyên Kurdî ne. Şahnameyên Kurdî, neynika tarîxa efsanewî, serhildan û têkoşîn, lehengên neteweyî û rizgarker, serfirazî, dilxweşî û xemgînî, zayîn û mirin, evîn û evîndariya kurdan in. Ew metn, behsa serdemeke zêrîn dikin ku leheng tenê ji bo parastina ax û gel her tim amade ne, û li hemberî dêw, ejdeha û dijmin şer dikin. Ji ber vê jî nasîn, têgihiştin û dubarekirina wan metnan ji bo kurdan gelekî girîng e. Di nav wan lehengên serfiraz de ku jiyan û serpêhatiyên wan di Şahnameyên Kurdî de hatine beyankirin, bê guman yê herî berbiçav û nasrav Rustemê Zal e. Rustem dikare wek kevne-mînakê lehengî ji bo kurdan bê qebûlkirin. Di nav hemû destanan de yên ku li ser Rustemê Zal hatine gotin, çîroka “Heftxan” xwedî cihekî taybet e. Di mîtolojî û destanên dinyaya lehengî de, ku rola sereke dilîze, hemû bûyer û rûdaw li dora wî diqewimin, û ew ji bo isbata “lehengî”ya xwe mecbûr e hin azmûnan derbas bike. Çîroka “Heftxan” jî azmûnên Rustemê Zal e ji bo isbata lehengiya xwe. Di eslê xwe de, piştî derbaskirina “Heftxan” e ku Rustem dibe Rustem û xwedî cihekî taybet di nav hemû lehengên cîhana mîtolojîk/destanî ya dinyaya îranî û kurdî de. Armanca sereke ya vê xebatê, hewldanek giştî ye ji bo diyarkirina cih, girîngî û serpêhatiyên Rustemê Zal di çanda kolektîf a kurdan de. Shahab Vali
Yazar:
Shahab Vali
Shahab Vali
Tahmini Okuma Süresi: 5 sa. 26 dk.Sayfa Sayısı: 192Basım Tarihi: Mart 2022Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786257253901Dil: Kürtçe

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
192 syf.
9/10 puan verdi
Şahnameya Kurdi
Min pirtûka akademîsyenê Zaningeha Artûklûyê Dr. Shahab Vali bi kêfxweşî xwend. Di pirtûkê baş diyar dibe ku nivîskar li ser mijara mîtose xwedî agahye. Nivîskar ji xwe bi salan dersên mîtosê daye û aniha jî dide. Min Ristemê Zal bi berfirehî di pirtûka Edîp Polat a bi navê "Ristemê Zal" nas kiribû. Piştî min pirtûka Shahab Vali xwend
Şahnameya Kurdi
Şahnameya KurdiShahab Vali · Avesta Yayınları · 20224 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.