Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

192 syf.
9/10 puan verdi
Şahnameya Kurdi
Min pirtûka akademîsyenê Zaningeha Artûklûyê Dr. Shahab Vali bi kêfxweşî xwend. Di pirtûkê baş diyar dibe ku nivîskar li ser mijara mîtose xwedî agahye. Nivîskar ji xwe bi salan dersên mîtosê daye û aniha jî dide. Min Ristemê Zal bi berfirehî di pirtûka Edîp Polat a bi navê "Ristemê Zal" nas kiribû. Piştî min pirtûka Shahab Vali xwend min fêhm kir ku çavkaniyên Edîp Polat şehnameya kurdî ye. Nivîskar di vê pirtûkê de li ser şehnameyan, dîroka wan, cûdahî û hevşibîyên şehnameya Firdewsî û şahnameyên kurdî sekiniye. Beriya evana gişan jî pênaseya mîtos û destanê kiriye. Piştre behsa naveroka şehnameyên kurdî hatiye kirin û mijar hatiye ser Rustem yanî kevnemînakê lehengî yê di çanda kurdan. Bûyerên di serê rustem de derbas dibe bi çend hevokan hatiye ravekirin û metna orijînal hatiye nivîsandin. Metna orijînal ji ber ku wergera wê ya bi kurmancî nehatiye kirin ji aliye xwendevan nehat fêhmkirin lê weke hate gotin mamoste bi çend hevokan be jî rave kiriye. Ji bo çi wergera zaravayên din bi kurmancî nehatiye kirin? Xwendevanê vê pirtûkê bersiva vê pirsê meraq kir û ji Shahab Vali ra pirsî. Nivîskar wisa bersiva xwendevanê xwe da: "Min dijî wergerana kurdî-kurdî me. Eger em qebûl dikin ku kurdî zimanek e û xwedî çend zaravên cuda, divê em xwe hînî zaravên din bikin. Lê mebesta min ji "em", lêkolîner û kesên eleqedar in, ne xelkê kolan. Di heman demê de, piraniya peyvên ku di metnên  goranî yên klasîk wek şahname derbas dibin, di edebiyata kurmancî ya klasîk jî hatine bikaranîn." Nivîskar di rûpela 178an de beşa encamê de dibêje:"Jiyana Rusteme Zal, ji jidayikbûn, zarokati, xortanî û serpêhatiyên wî, gist di çarçoveya teoriyên "lehengê tradisyonel", "légerina leheng" û "serpêhatiyên leheng" ku ji aliyê Raglan, Rank, Camp bell, Leeming û teorisiyenên din ve hatine pêşkeşkirin. Rusteme Zal, lehengê mitik, ku ji mirovên din û derdora wan, ji aliyê cewherê xwe ve, bilindtire, kesayetek pîroz/ xwedayî ye û çiroka wî jî, wek çîroka xwedayekî, mythos e. Lê car caran wek lehenge romantik e, ku li gor dereceya xwe ji mirovên din û ji derdora xwe baştir e. Kiryarên wî ecêb in lê ew bi xwe wekî insanekî tê nasîn û cîhana wî wisa ye ku ji qanûnên asayî yên xwezayê dûr nasekine. Di heman demê de, hebûna wî di aliyên cuda yên çanda kurdan de, hebûnek herderî (omnipresent) û hertimî ye. Hebûna wi di mitolojî ya kurdan de dest pê dike, bi devkî û nivîskî derbasî folklor, destan û Şahnameyên Kurdî dibe û di berhemên edebiyata kurdî ya klasik de jî wek mînaka camêrî û dilêrî, cihê xwe yê taybet digire. Lê ev hebûna wî tenê bi mitolojî, destan û edebiyata kurdî ya klasik sînordar niye. Rustemê Zal, rola xwe wek "bavê pîroz", "lehengê serkeftî û îlhambexş" û "parêzvanê ax û niştimanê yê pîroz" di pêvajoya avabûna hisên welatperweriyê de, di serdema modern de jî bi cih tîne. Nimûneya herî eşkere ya wê bêguman helbesta kurdî ya serdema me ye. Di edebiyata kurdî ya serdema modern de, di helbestên şa'irên kurd yên wek Pîremêrd, Koyî, Hejar û Cegerxwîn de, Rustem ji qalibê "lehengê tradisyonel" derdikeve û wek çavkaniya ilham, bavê serbilind û parêzvanê niştimanê û beşek ji nasnameya kurdan, dîsa derdikeve meydanê. Zîra ji xeynî taybe tiyên derasayî yên kesayet û serpêhatiyên wî, ku di hemû lehengên cihanê de tên dîtin, têkoşîn û çalakiyên Rustemê Zal her tim, ne ji bo berjewendiyên şexsi, belku ji bo parastina maf, ax, bawerî û nirxên neteweyî ne. Ji ber vê jî di edebiyata kurdi ya modern de ji hebûna Rustem dewam dike û navê wî wek "mînaké lehenge neteweyî", di konteksteke taybet de, tê bikaranîn, tiştê ku em di edebiyata farisi ya modern de nabînin. Di vê çarçova yê de kesayet, sepêhatî û rola ku ew di binhişa kolektif a kurdan de dilize, li gor nêrîna ethnosymbolisté de dikare bê nirxandin." Bi xwendina vê pirtûkê ez kêfxweş im û pêşniyarî we xwendevanan jî dikim. Bixwînin, bibînin!
Şahnameya Kurdi
Şahnameya KurdiShahab Vali · Avesta Yayınları · 20224 okunma
··
198 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.