Seyra herî xweş bû navê te,
Bi bablisokek belawela bû porên reş li ser te.
Wek meyê bû her rojên temenê te / min her rojên te vedixwar.
Bi Evdalê Zeynikê, Mem û Siyabend re.
Dizanim tu ji wek min û derî sûcdar e ,
Bêdengiya firtonê bû hembêza te, ez jî dareke xeşîm.
Niha pêlên xwe, êşên xwe diweşinim li ber deriyê te
Deriyên ku ji bo careke din li min vebe.