Bilûra min a şîrîn
Tu di sariya sibehê
Û hingûra êvarê de
Hevalê bêhevalan,
Destbirayê şivan û dilketîyan î.
Dengê te,
Hestirên dilên xemgîran,
Silava ji hev-veqetîyan.
Girîn û zarîna dilketîyan
Tînê bîra min.
Bilûra min tu yî,
Xemrevîna têrkeserên dinyayê!..
Dengê bilûra min ,
Çiya û zozanên bilind ,
Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
Guhê şikeft û serê zinaran
Guhdarên te ne!
Û sura bayê xerbî
Te di nav pelên darê de digerîne.
Bilûra min , were em ê
Bi wî çiyayê bilind re
Bi hewa kevin
Û bibin cîranê bayên xurt
Û hevalê kimtên wan
Yên bi mij û dûman,
Û tê de dengê xwe berdin
Û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne;
Û pêlên ava heftreng
Ên xemxebaz
Nalîna me bigihîne
Deşta Sirûc û Diyarbekrê;
Û beriya mêrxasên Berezan;
Û kalîna berxan,
Tev şehîna hespan
Li me vegerînin..
Bilûra min ,binêre û bibihîse!
Roj çû ava,
Stêra êvarê bû geş
Kolosên çiyan ên gewr
Û hewraniyên wan êm sor û zêrîn
Bûne cûn;
Û pêlên ava şevê ên reş
Ketine deşt û newalan,
Heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
Kevir piyê şevgera dixapînin,
Û bêdengiya şevê de
Pêjna lingên mêrxasan tên.
Bilûra min
Dengê xwe berde!!
Dinya mîna zarokekî berşîr
Ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde bilûra min
Û jê re bilorîne ,xema wê birevîne!!
Bilûra min tu yî!..
Xemrevîna têrkeserên dinyayê;
Û li rohelatî dema ku dinya hişyar dibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya Kurdistanê binehwirîne
Û dengê wê stranê ,bila
Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û gûhen me
Bilûra min
Tu yî xemrevîna dilketîyên welêt...