Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ez Çûme Baxan Ez çûme baxan; bêdar, dûr bûn Meşiyame raxan; bêhespê gewr bûn Min gote bilbil: Ma gul te der da?" Min dî ku kundek derhal cewab da: Ka bilbilê jar! Qa dîn bûyî tu Serhed xirab in, pênc sal e îro Sotin, qelandin bax, gulistan Sorgul nehêlan, bilbil newestan Evdirehîm Rehmî Hekkarî Jêrenot: Rax: Lehfê çiya, bintara çiya. Der da: Bi der da. Qa: Wisa tê zanîn ku ev peyvik bi mana "qey" e. Newestan; Nesekinî
Zana û Rewşenbîr Evdirehîm Rehmi Hekkarî
Zana û Rewşenbîr Evdirehîm Rehmi Hekkarî
·
66 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.