Rêwîyê!
Ka te digot rêyên ku tu nizanibî tê de nemeşe, patîkayên welat bi teqemenîyan tije ne? Te çawa xwe şaş kir û pêlî wan mayînên mêr kir,
Ma ji bo kû tu porê xwe kin bikî, lazimî bi mirina perçe perçeyî hebû?
Dest li alîyekî, mil li alîyekî
Por li ser dara mazîyê, xwîn naherike ji axa sar, lê xwîna te berfê diheland
kanî vedibûn ji her qehra mirina te lê bihar dereng hat îsal bi çûyîna te
Ewên kû ji asîmanan jehr vedireşandin, ezê wan bi qurbana pêlava te yî qetîyayî bikim..