Kurmanc nava çîyadanin, li wan çîya heye çêrê rind. Li wan dera diçêrin û kok dibin kerî-sûriyê wan. Zivistanê çiyayê wan berfeke kûr lêdikeve, lê gava ku bihar tê, berf dihele, şînayî şîn dibe, wan dera cûre-cûre pincar kulîlk, ormex û tiştê mayîn lê şîn dibe. Li zozana hewa hênkaye, waga ne germe, çewa li deşta. Loma jî şînkaya wêderê zů hişk nabe...