Zahidê xelwet nişîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye
Aşiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê şubhe xemxwarê xwe ye
Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê
Bê xered nakeşîtin qet kes ji bo kes zehmetê
Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçî îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe