Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Li Ser Biserketina Min î Ezmûna Lîsansa Bilind a Beşa Kurdolojiyê
Ev çend dem in ez kêm im. Ez kêm dikim lê min do xebereke xweş stend. Meselê dirêje û ez dixwazim serê we biêşînim. De ka werin ez we bibim serê meselê... Sal 2018. Di navbera ez ê wê demê û yê aniha de bi hezaran cûdahî çêbûne. Hin tişt jî weke berê ye, hîç neguherî. Mesela, di 2018an de jî ez kêm bûm. Û di 2018an de jî min weke dîna pirtûk dixwend. Mehmed Uzunî wê çaxê nû ketibû jiyana min. Pirtûka wî gelekî xweş bû û ji her tiştî giringtir Mehmed Uzunî kurd bû. Dema min nû bi dest pirtûkê kir an piştî xelas bûna pirtûkê bû baş nayê bîra min lê niviseke liser pirtûkê bala min kişand. Belê nivîsa li ser pirtûkê min kişand. Tiştekî di hundirê min de xwe livand. Min, weke tiştekî bi hezaran salan berê jiyabû û ji bîr kirine û dîsa hatibe pêşiya min xwe tev da. Kelecan bûm, kêfxweş bûm lê mixabin na... Nehate bîra min. Ez tênegihiştim. Ne rihet e, hezaran sal li ser derbas bûye... Weke min texmîn kiribe ew nivîsê bibe qedera min, bibe bela serê min, bibe kêfxweşiya jiyana min ez tirsiyam. Ez tirsiyam lê min zanîbû ev qedera min e û rev li ber wê nabe. Weha hatibû nivisîn li ser pirtûkê " kurtçeden çevîren: Selîm Temo" Min got çawa yanî? Dawiyê ez li vê pirsa xwe jî heyirîm.  Ji ber ku divê min bigota çima? "Ji xwe pirtûk kurdî hatiye nivîsandin, çima ez bi Tirkî dixwînim?" Belê maceraya min î xwendina kurdî bi vê hevokê dest pê kir. Ya rastir dixwazim bibêjim bi vê hevokê pirsên bê bersiv di hişê min de zîl da. Dawiyê min Mehmed Uzunî nas kir. Kerba ji bo kurdî kişandiye bandoreke mezin li min kir. Dawiyê her min xwend û pirsên mezintir di hişê minde çêbû, " Mehmed Uzunî hewqasî hewl daye kurdî pêş bixe, lê pirtûkên xwe yên vê hewldana xwe nivîsîne pirtir bi tirkî hatiye xwendin. Çima?" Belêêê, piştî kêmasiyên xwe min kêmasiyên gelên xwe jî didît û ez hinekî dinê kêm dibûm. Bi rastî kêm bûn kirasekî xweş bû ji bo min û tam li gor bedena min bû. Pir xweş li min dihat. Ez û hîskirina kêmbûnê tam li gor hev bûn... Li wargeha zaningehê min bi dest xwendina kurdî kir. Piştî ev bûyera bi salekê. Weke di destê min da tiştekî gelek qirêj hebe, weke tiştekî pir tehlûke hebe min pirtûkên xwe yên kurdî ji xwendevanên kurd vedişart. Ewên şev û roj stranên qehremaniyên gelê kurd guhdarî dikirin. Kêm bûn ev e, cahilî ev e. Kêmbûn, cahilî bû tiştekî şênber di jiyana min de. Cahilî nêrînên çavên xwendevanên kurd bû ku dema pirtûkên kurdî didîtin diricifîn. Kêmbûn tevgerên ciwanên kurd bûn, ew tevgerên ku ji kurd û kurdî pêvtir fêde dida her tiştî. Di vê pêvajoyê de min di ber xwe da, fêrî kurdî bûm lê dîsa jî min nikarî bû pirtûkên kurdî bixwenda. Her pelek nîv saeta min distend û min tiştek jî ji wê pelê fêhm nedikir. Gelekî hêrs dibûm, min gelek caran pirtûka destê xwe bi hêrs  davêt diwarê odê û pirtûk perçe perçe dikir. Belê min van tiştana kir. Min xeyala rojeke ez ê pirtûkên kurdî baş bixwînim dikir. Û hin tiştên ji min gelekî dûr, weke xewneke li ber çavên min diçû jî hebû. Weke xwendina beşa kurdî, kirina lîsansa bilind. Do êvarî van çaxana telefoneke ji min ra hat û mamosteyekî hêja mizgîniya serketina min a ezmûna lisansa bilind a beşa kurdî da min. Aniha li ser vê bûyerê rojeke tam derbas bû lê tiştek ji kêf û şanaziya min kêm nebûye. Gelek serbilind im û vê bûyerê weke pêvajoyeke nû di jiyana xwe de dibînim. Weke qonaxeke nû. Bi vê hêvî û kelecanê ez ê dîsa xwe li ser zimanê xwe hûr bikim, ez ê hinekî dinê xwe li ser çand û zimanê xwe, xwe hûr bikim, ez ê wan rojên bêhna min diçikand ji bîr nekim, ez ê lêxistina zarokên kurd a demekê ji bo kurdî diaxivîn li hember mamosteyan dixwarin her tim bi bîr bînim, ez ê tirsa xwendevanên kurd a li hemberî pirtûkên kurdî ji bîr nekim, EZ ê aniha li ser ketime lê newêrim ji malbata xwe ra behsa vê serkeftinê bikim, ev ez a, belê yanî ez, ez ê ji bîr nekim û bixebitim ku "kêmaniyên" xwe û gelê xwe hinekî "kêm" bikim.
·
898 görüntüleme
Rohat okurunun profil resmi
Ser xêrê be, ji dil û can te pîroz dikim.
Mehmet okurunun profil resmi
Gelek spas. Hêvî dikim demeke nêzde ez te jî bibînim. 😊
Bîyan okurunun profil resmi
Ser xêrê be înşeAllah ji bo we û ji bo Kurda jî. Bi van serkeftina gelê kurd jî kêfxweş dibin. Wexta nivîsa we xwendim hîsê min ê çend sal pêşî de dîsa hîs kir. Çiqas ê mirov biîşîne jî ew kelecanîyî mirova nezanî niha bi tu tiştî nade.
Mehmet okurunun profil resmi
Gelek spas. Bi rastî jî weha ye.
Bu yorum görüntülenemiyor
Esra okurunun profil resmi
Ser xêrê be 🍀
Mehmet okurunun profil resmi
Gelek spas🌸
Mehmet okurunun profil resmi
Keko min gava van nivîsê te xwend hem bi ken him jî bi xem xwend û ez jî pir kêfxweş bûm te dil û can pîroz dikim. Serkeftin ji te re vê rê ya te ya nû de. Ser xêrê be ☀️☀️
Mehmet okurunun profil resmi
Gelek spas 😊🌸
Jan okurunun profil resmi
Bi ser xêrê be birayê min, di vê dinê her mirov xwe tiştekî digire û ew tişt dibe sedema jiyin û hebûna wî/wê kesî. Di vê rêya jiyana te yî nû de ji te re serkeftin dixwazim, hêvî dikim weke dil û xwestekê te bimeşe❤️🔆
Mehmet okurunun profil resmi
Mala te ava ji bo niyazêm te yê xweş. Gelek spas ❤️
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.