Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Destana Girgamêşî Gilgamêşî devê xwe vekir û got: Ji Îştara payeberz ra (got): Li ser Domozî, mêrê xwe yê ciwan, te temen, sal li pey salê, derbas kir, te ji turlîyê (teyrê), spîçolkî hez kir, paşê te lê da û te baskê wî şikand. Û va ye, heta niha, li zevîyan gazî dikî: "Ka-pî(bask)?" Te ji şêrê herî hêzdar hez kir, lê te dav û xapik, heft-heft li ber wî vedan. Te ji hespê ku di şeran da lezok e hez kir, lê te qamçî û zengo raserî wî kirin. Te kir ku heft demjimêrên dûbare bibeze û ji ava şelû vexwe. Û te şîn û girî li ser dayika wî Silîlîyê nivîsîn, te ji şivanê kerî hez kir, yê ku berdewam komir ji te ra kom dikir, her rojê karek ji te ra digura," lê te lê xist. Te ew kir gurek. Hevalên wî (yên şivan) êrîşî wî dikin, segên wî gezan didin lingên wî. Te ji baxçevanê bavê xwe Îşolano hez kir, yê ku berdewam goşîyên xurman ji te ra dianîn û her roj, ji te ra bergeşeka (sifreyeka) tijî xwarin amede dikir. Te zû-zû ew avêt û te jê ra got, Ho İşolano! Were em bi xortanîya te kêfxweşîyê bikin. Destê xwe dirêj bike û bihingêve newqa me (min). Hingê, Îşolano ji te ra got, Ev çi ye!? Tu (çi) ji min dixwazî!? Ma qey dayika min nan ji min ra çênekirîye. Ma min (nanê dayika xwe) nexwarîye, ta ku ez nêzî nanê sosret û nisûbetîyê bibim!? Û zilikên çîtan, ma (kesî) ji sermayê diparêzin!? Gava te ev gotinên wî bîhîstin Te lê da, te ew kir koremişkek û te kir ku li nava [qadê] cihwar bibe. Nikare dakeve jêra [qadê] û nikare derkeve jora [qadê], heger te ji min hez kir, ma para min ji te, ew ê ne wekî (para) wan be!?" ...
Destana Gilgamêşî
Destana Gilgamêşî
·
36 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.