Ji ber ez Rênas Jiyan weke helbestvan zanim an jî ji ber tiştekî dinê bû nizanim lê destê min nedîçû vê pirtûkê û min her tim wê dihişt wexteke dinê. Lê dema min dest bi romanê kir min fêhm kir ku min xetayeke mezin kiriye. Ji ber ku ji pelên ewil de pirtûk mirov dixe kelecanê û zimanê wê jî pir herikbar e. Mijarên pirtûkê Pêxembertiya Spîtama û şerê Îranî û Tûranîyan e. Nivîskar xweş li hev aniye. Ez bawerim dê pêşerojê pirtir bê xwendin. Ji bo pirtir neyê xwendin tu sedem tune ye. Ez zêde behsa naveroka wê nakim.
Bixwînin û bibînin!