ji koran hez nakin eynik
dibêjin ew me nabînin
ji eynikan hez dikin kor
dibêjin em wan nabînin
kesê li eynikê binere xwe dibîne
-eynikê nabîne
kesê li xwe binere eynikê dibînîne -xwe nabîne
loma
ne eynik dikarin xwe bibînin li ber eynikan
ne jî mirov dikarin xwe bibînin li ber mirovan