Seyf-ul Milûk û Bedî-ûl Cemal
...
Cewab dayê şîrîn Şahê şekerrîz
Go: "Ey nûrîn liqayê fitneengîz
Cemalê dilkuşayet bit mibarek
'Ezîzem ma heye min ixtiyarek?
Tu abê Kewser î ez qetreyê tem
Tu şemsê enwer î ez zerreyê tem
Tu Yemlîxa yî Qitmîrê tu em ez
Tu mehsîma yî dilgîrê tu em ez
Serê me û xakê payê tu beraber
Ruhê me û zilfê sayê tu beraber
Bi ku da tu herî dê ez bi bez bim
Li pey te pirr bi te'cîl û bi lez bim
...
Siyahpoş
Jêrenot
Şekerrîz: şekirrêj, yanî gotina şêrîn û xweş.
Fitneengîz: fitnekar
Dilkuşade: dilvekirî
Yemlîxa: neferekî ji koma eshabê Kehf.
Qitmîr: kûçikê eshabê kehf.
Xak: ax
Pa: nig, pê, ling
Say: sî, saye