Ego, di Latînî di tê ser wateya 'ez'ê. Egoîzm jî dibi ezperestî. Bi nêrîna min, divê mirov ne ezperestî biki ne jî dilnizmî.
Egoyê her kesî heyi; yanî ku mîsal 'ez hemi', di fezayê di (valahî, space) cîyekî digrim, giranî û hecmêkî min heyi û ez naxwazim ku vana bên înkarkirin. Lê divê mirov ne xwe kesekî ji xwe mezintir rê bidi, ne jî ji xwe biçûktir. Ji ber ku her du alî jî sextekarîyi. Bi min dilnizmî jî teşeyekî (formekî) egoîzmêyi; bi piranî, belkî jî bi temamî pragmatîk, sirf ji bo reaksîyonekî erênîyi! Lê dîsa jî sekin û dameşandina xêza ku di navbera ku dilnizmî û egoîzmê, her tim ne hêsani. Ji ber ku xêzek ziravi. Mînak ez, carna xwe nikarim bigrim û egoîstî jî dikim dilnizmî jî. Lê baldarî û hewldana min lêsekina navbera wan de yi.