Generalê Payîzê
Ez im generalê payîzê..
Ezê tu carî xêrnedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî
Ez im generalê payîzê..
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nermeba ye
Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî
Ez generalê payîzê..
Dara rût ev nasnav xelatî min kir..
Min jî nasnavê şehîd da pelê weşiyayî..
Û min ew kir take dildarê xwe
Di yek kêliyê de ez bi xwe zaroka pelweşînê me
Û ez her bi xwe jî bavê payîzê me
Ez im generalê payîzê..
Xwîneke zer bi nav demarên min de digere
Û çavê min her mîna ewrê hêwî
Tenê ez bûm ku di tabûta camî de..
Min çendîn pel bi xakê spartin
Ez im generalê payîzê..
Ez bûm ligel bahoza jibîrçûnê..
Ez ketim cengê
Û min gelek pel deranîn ji pencê
Ez bûm min şeva pelên xwe..
Xiste bin perrê heyveron û tava soringê
Ez im generalê payîzê..
Payîz bêyî min sêwî ye
Û ez bûm min got belê meytê siya kesk e..
Pelê weşiyayî koçkirî
Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de..
Ji bo giyanê zindî yê pelan..
Nimêja şehîdan dikim..
Navê wê nakim nimêja miriyan
Generalê Payîzê (Mihemed Omar Osman)