Gönderi

9/10
·376 syf.··
Beğendi
·
2023 23. kitabı
Niviskar Nihat Gultekin xebata xwe'y lêkolin û berhevkariyê . A li ser Gelî, wek rêzepirtûk berhev kiriye û bi wî teherî jî çap dike. Dîwarê Me jî Hilweşandin pîrtuka sêyemine(3.)Di vé berhemé de 17 kesan re hevditîn pêk aniye. Ev kes piranî kesê nivşa duyeminin. Tenê şehidek dema siyaseta gelî de hebûye. Ew jî pênç salî buye. Yanê tiştek nayê bîrê. Ew jî wekî şahidên din mezinê wan çawa ji wan re gilîkiriye, ew jî heman giliyê radigihînin. Ê kû bavê wan lê xilas buye, êku ca wan. Axir nivşa duyeminin ,ên mexdurê siyaseta gelî .Di vê pirtukê de niviskar zêdetir li ser hewldanên Muhyedin Akmaz: Ên lêkirina dîwarekî li Adaxeybê disekine. Muhyedin Akmazê bavê wî (bin çendekê neferê malbata xwe de maye û mirinê xilas buye ) dema ew zarok buye. Çi hatiye serê wî û malbata wî. Hemû livo livo Muhyedin Akmaz re gilî kiriye. Muhyedin Akmazê bin bandora van bîranînê bavê xwe de mayî. Dixwaze diwarekî li Adaxeybê lê ke. "Bi xwe bav û kalên min jî tê de ne. Li vir qetlîamek hatiye çêkirinê, bav û kalên me li vir hatine kuştine. Bila ew tiştana neyne ji bîrkirinê, bila hefiza gelê Kurd de bimîne, min loma xwast ez surê çêkim. Yek jî min ber çavê xwe ditiye em xelkê wî gundîne" (r.207). Lê mixabin ev yek alî dewletê tê astengkirin. Ew dîwarê hatî lêkirin jî tê hilweşandin. Xwe navê pirtukê jî. Ew hevoka Muhyedin Akmaz "dîwarê Me jî Hilweşandin" tê. Niviskar bêyî kû behsa pêvajoya biryargirtinê : Ka bi çi hestê bi çi ramanê, ev biryar girtiye û derketiye vê rêye ,bike. Destpêka berhemé de mexset û mirazê xwe, rê û rêbaza teknîka xwe eşkere kiriye . Dema derbasî çîroka şahidekî dibe pêşîyê gala wê/wî şahidî û çiroka xwe a çawa xwe gihandine şahid dike. Piştre dora xeberdanê dide şahid. Dema şahid xeberdide kêm caran dikeve navberê. Ev yek jî dibe sedema herikandine ke baş. Lê cîbciyan pirskirêk heye. Hema bêje qet şahida pirsnake. Ka kîne navê wan çiye,ji ku ne, têkiliyê wan û gelî bi çi awayîye? nake. Xwedê lê bine şahid xwe dibeje. An jî dibine . Xwêner nizane ka ew gund li kune,çiqas durê hevin. Ka ew şahid hevdu nasdikin an na? Tenê dikarin texmin bikin ew gund hemî jî herama gelî de ne. Û gengaze kû ew kes hevdu nasdikin. Xwênerek beyî rêber derê here heremê. Nikare tê derxe gundê fikankesê evder bû û nizam çiqas vê alî de bû hwd. Yanê ew mekan di hişê xwênerde zindî nebû. Mij û moran lap belav nebû. Niviskar ji bo berhem lap bê fêmkirinê. Him ew peyvên biyanî ên di nava xeberdana şahidan de derbas dibe tevî hevoka şahidan xwe,di nava kevanên wergeran dike. Him jî ew peyvên devokî dîsa di nava xeberdana şahidan de bi hevokê resen va dîsa niviskar van peyvan standardize dike. Bilî tiştên niviskar xwe sererast kiriye. Bawerim tu redaktorî nehatiye kirin. Edîtoriyê de jî pirskirêk mezine.Di berhemên vî teherî de helbet dubare hêmanek asayî ye. Ber ku mekan, zeman, mijar û bîranîn hevparin. Lê hîn caran heman şahid heman bîranînê dubare gilî dike. Niviskarî jî raste rast nivisye. Hema wusa jî hatiye çapkirin.Tu bê elebazarî hatiye çapkirin. Niviskar ger xwe şaş jî kiribe. Ew şaşî heman şiklî hatiye çapkirin.Niviskar di metnê de cîh dide gelek çavkaniyên nivîskî jî xeynî hîn rojname û kovaran cih dide hevditînê niviskar Îkram Îşler kirî jî. Ev yek him metnê xurttir dike. Him jî ew hevkariya xweş a di navbera niviskara eşkere dike. Di geliyê Zîla de zulmeke ew qas mezin hatiye jiyin. Edî her xuda bê bes. Lê dema mirov guh dide Şahida. Hemû şahid alî deruniyê de pir xurtin. Kalê 70 û 80 salî dema behsa qetilkirina bavê xwe dike digirî.( Çawa pêşiyan gotiye " mirov çend salî dibe bila bibe ,dema dê an jî bavê mirov bimire, mirov sêwiye, êtime"). Erê şahidê mey kal jî êtimiya xwe re digirî. Lê bi deruniyeke xurt jiyana xwe didomînin. Bê acîte biraninê xwe rave dikin. Gelek ciyan de niviskar şahida bêtawtir dihat xuya. Şiroveyên niviskar bêtir dilşewitî bûn. Xuyaye niviskar gelek bin bandora bîranînê şahidan de dimine.Dema şahid dikevine kurahiya bîranînê xwe dibe ku ew êş û tramvaya wan jiyaye. Bi şiklekî tepisandine û bi wî teherî dijin.Niviskar nahêlê şahid zêdetir bikevine kurahiyê de. Êş û azarên wan bêtir tevnade.Bi pirsên xwe wê mij û moranê hinekî belavdike,dilê wan hênik dike. Zêde qêmîşê wan nake. Dîsa jî şahid pir serxwene.Ger şahid , niviskar û xwêner werin erdekî. Wê niviskar û xwênerê tixine kure kur bigirin. Şahidê jî ber dilê wan ve werin. Nîştecihên Gelî: şahid, dema xwe pênase dikin wek Kurd pênase dikin. Kurdê li bakur zêdetir xwe wek Kurmanc pênase dikin. Lê ew xwere dibejin Kurd. Qasî ku mirov dîna xwe dide xeberdan û tevgerên wan. Mirov jê halî dibe kû bi gelek hêmanan de xweseriyek heye. Mirovê serxwe ne. Li hember wê zilma hatî serê wan berxwedaneke xwser avakirine. Bi devoka xwe bi şiwaza xwe xweserî'k heye.Heta pênasekirinê de jî xweser in "Siyaseta Gelî" ; Hemû şahidan vê kerestê wa pênase kiriye. Heya naha min gelek pênase bihîstî bû. Wek komkujî, serî birin, tevkuştin hwd. Lê Siyaseta Gelî min nû bihist. Bi rastî pir balkêş bû. Ew pênaseyê heya naha hatî bû kirin alî kî "siyaseta gelî 'alî kî. Xwe şahid Omer Keleş vê pênasyê xwe bi zarê xwe va eşkere dike."Em çima dibejin siyaset, yanê (ankû) Siyaseta Gelî? Yanî xerabkirin,hinek tist kirin, xerab kirin".(r.279). Berhem her diherike xwêner rastî bîranîn wusa tên ne gengaze bin bandora wan de neminin."20 sala Gelî bu memkûk (qedexe) , li vir gur û hirç har bibun"...."Wexta ketinê, jinekê got ez bûm kurek min bû , ew jî sê salî bû. Got ew gede jî ji birçîna , dema digirya nedisekînî. Digot me digot ya Rebî ez çi bikim"..."Jinekê jî digot welehî ez bûk bûm, min xweliya xwe , destmala xwe got min dianî dikire dîzekî, di berê de xwelî dikirine bin zara. Digot me xwelî dikire ser,em direvin me digot bila kes nebêje kes nebêje kes nizane" (r.57,58 Eyşana Çelebî) Di nava hurgilîyê vegotinên şahida. Haya xwîner buyerên kû pêşî û pîştî wê siyasetê hatî jiyîn jî dibe."Ser qereqolê de girtin ji efendiyê xwe re bêjim. Esker esîr girtin. Her malekê eskerek, du,sê esker anîn danîn mala me jî. Digot qedera dû ,sê mehan ew esker xwayî kir" (r.68 Dirbaz Telek)."Dewletê digot ewî zimanî bîrbikin,edî nebêjin em Kurd in. Dewletê heya soyisimiya( paşnav) gişta degişkiriye( guherandine)(r.158 Mehmet Gürbüz).Şahid ne kû tenê şehadetiya wê zilma hatî serê wan dikin. Her yek haj xwe heye. Haj dinyayê heye ka çawa dizvire."Xelkê Geliyê Zîlanê tevî tevkuştina Ermenan nebûne. Ji bo vê dewletê ji xelkê Gelî heznedikir."(r. 108 Îhsan Seyad) Bê xwedî malxirabiyek ew mezinê. Ew komkujiya ew qas mezin. Serê gelî hat birînê. Gelek malbat bê urd man. Ên mayî hatin darvekirinê, nefî kirin û hepskirinê.cî û warê wan ji destê wan girtin û dane kesên din. Devî devî 100 saliya xwe de jî hîn bişavtinek kur dimeşinîn. Nava van hemî tiştan de hema kesî me tune bêje ew qas mirov hatin kuştin. Yanê tenê jimarekî bidin. Lê mixabin. Ne şahid dikarin jimîarekê eşkere bikin. Ne jî niviskar dikare xwe bigihine agahiyek wî rengî. Ji ber wê nêçar diminîn hêjmara fermî didin. Hemû jî zanin ne pêkan dewletê hêjmara rast dayê. Ji ber wê her tim divên herî kêm qasî hejmar fermî mirov hatine kuştin.Bi vegotin û şîroveya şahidan xwêner pê zanin kû , hîn urd milisê dewletê bûne jî. Lê dema kustinê de cudatiya wan nakin. Hemî jî tên kuştin. Hema bêje hemû şahid behsa milisiya Mixtar Nurî dikin. Dîsa heman şahid. Dibejin ku serê serî de Mixtar Nurî hat kuştinê. Bı bîranîna şahid Mehmet Gürbüz ve komkujiya Dersimê dikeve bîra mirov. (Ji bo heyfa wan guleya tê berî Dersîmî yan xin. Wan di kendalekî de davêjin.)"'Got heta ha jî got bu Kürt gebermiş mermiye yazıktır.' ( ew Kurd geber buye , heyfa gulla ye)" (r.156). Zilma hatî jiyin ew qas xurte go heta çire bile hêşîn nedibû. Erê him xelkê gelî him niviskar him jî gelemperî gelê Kurd herê zêde bi vî şiklî pênase dikin. Çêre bile hêşîn nedibû. Dewletê li Geliyê Zîla zilm xwezayê bile kiribû. Mirov dikare van rêze pirtuka wekî dokumanterê kompozîsyonî jî binirxîne. Ger mirov wusa binirxîne pirtuka sêyemin yanê a di destê me de, pirtuka herî berfireh e. Yanî em dikarin bêjin. Têketina mijarê pirtika yekemîn a "Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan Tahir Nas"e. A duyem û a sêyem jî vekirinin. Bawerim axiri jê were û niviskarê bi vî hawî binehev. Belgefîlma pirtuka Yekem a Tahir Nas hate çêkirin. Xwe di rûpela 214 eşkere dike kû. Wê pêşerojê de belgefilîmekî. Li ser dîwarê hilweşandinê û Muhyedin Akmaz çêke. Di berhemê de eşkereye ku 12 gunda komkujî 12 zozana zilamê wan tevahî hatine kuştin. 13 gundê ne ji herema Zilanê de û mêrê wan tevde hatine kuştin. 14 kes li girtîgeha Edenê hatine înfazkirin. 4 gundê Zîlanê destê wan girtine û dane penaberên Tirk. Li wir Tirk bi cîkirine. 6 gund jî hîn di bin kontrola dewletê dene. Beranbarî van ew kesê hatin nefikirin , bera wan bi zorê dane bajarê Tirkiyeyê agahiyên zêde tuneye. Ez bawerim metleba niviskar ewe kû axîriya van rêze pirtukê dokumanterî xwe bigihine wan kesan. Hevî dikim dê mij û morana li ser van agahiyan belav bike.
Lêkolîn
Dîwarê Me Jî HilweşandinNihat Gültekin · Doz Yayınları · 20233 okunma
··
679 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.