Niviskar Nihat Gultekin xebata xwe'y lêkolin û berhevkariyê . A li ser Gelî, wek rêzepirtûk berhev kiriye û bi wî teherî jî çap dike. Dîwarê Me jî Hilweşandin pîrtuka sêyemine(3.)Di vé berhemé de 17 kesan re hevditîn pêk aniye. Ev kes piranî kesê nivşa duyeminin. Tenê şehidek dema siyaseta gelî de hebûye. Ew jî pênç salî buye. Yanê tiştek nayê bîrê. Ew jî wekî şahidên din mezinê wan çawa ji wan re gilîkiriye, ew jî heman giliyê radigihînin. Ê kû bavê wan lê xilas buye, êku ca wan. Axir nivşa duyeminin ,ên mexdurê siyaseta gelî .Di vê pirtukê de niviskar zêdetir li ser hewldanên Muhyedin Akmaz: Ên lêkirina dîwarekî li Adaxeybê disekine. Muhyedin Akmazê bavê wî (bin çendekê neferê malbata xwe de maye û mirinê xilas buye ) dema ew zarok buye. Çi hatiye serê wî û malbata wî. Hemû livo livo Muhyedin Akmaz re gilî kiriye. Muhyedin Akmazê bin bandora van bîranînê bavê xwe de mayî. Dixwaze diwarekî li Adaxeybê lê ke. "Bi xwe bav û kalên min jî tê de ne. Li vir qetlîamek hatiye çêkirinê, bav û kalên me li vir hatine kuştine. Bila ew tiştana neyne ji bîrkirinê, bila hefiza gelê Kurd de bimîne, min loma xwast ez surê çêkim. Yek jî min ber çavê xwe ditiye em xelkê wî gundîne" (r.207). Lê mixabin ev yek alî dewletê tê astengkirin. Ew dîwarê hatî lêkirin jî tê hilweşandin. Xwe navê pirtukê jî. Ew hevoka Muhyedin Akmaz "dîwarê Me jî Hilweşandin" tê.
Niviskar bêyî kû behsa pêvajoya biryargirtinê : Ka bi çi hestê bi çi ramanê, ev biryar girtiye û derketiye vê rêye ,bike. Destpêka berhemé de mexset û mirazê xwe, rê û rêbaza teknîka xwe eşkere kiriye . Dema derbasî çîroka şahidekî dibe pêşîyê gala wê/wî şahidî û çiroka xwe a çawa xwe gihandine şahid dike. Piştre dora xeberdanê dide şahid. Dema şahid xeberdide kêm caran dikeve navberê. Ev yek jî dibe sedema herikandine ke
Gotinek heye ku lêkolîn karekî dijware û îfadeya rastiyê ye. Çavkaniyên herî giring yên lêkolîneran şahid, ditîn û belgeyên dîrokî yên bi mijara ku pê re mijûl dibe ne. Hemberî teza dîroka fermî, tiştên ku şahidan ji me re gotine tê wateya arşîva me ya pir giring a dîroka devkî
Jinekê jî digot welehî ez bûk bûm, min xweliya xwe , destmala xwe got min dianî dikire dîzekî, di berê de xwelî dikirine bin zara. Digot me xwelî dikire ser,em direvin me digot bila kes nebêje kes nebêje kes nizane.
Wexta ketinê, jinekê got ez bûm kurek min bû , ew jî sê salî bû. Got ew gede jî ji birçîna , dema digirya nedisekînî. Digot me digot ya Rebî ez çi bikim.