...Wextê ku serê xwe dixist nava wan pêsîran, dîmeneka şolî dihat ber çavan, destê wî diçû birîna ser milî û bêhna xwînê dihatê, lê heta sibehê bi aramî radiket û jinika ereb fam dikir ku camêrê di paşilê da sêwî mezin bûye û bêrîya hembêzekê dike. Di çûna dawîyê da, qutiya xwe jî bi xwe ra bir, kursîyek li odeya wê danî û porê wê çêkir...