Çûme Bedlîsê, xopanê di kortê da
Hatim Bedlîsê, xopanê di kortê da
Daraxacî rast kiribûn tê da
Kindirên zeytkirî berdabûn pe da
Şêx Şabedîn, Seyîd Elî, Mehmed Şîrîn avetibûn pê da
Kindir qetiyabû ji ba Xwedê da
Şex Şabedîn ketibû erdê da
Dilê neyaran, kevir û tê da
Dîsa Şêx, avêtibûn kindirê sêpê da.