Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Kerîm Xan(Zend)
Pişti di navbera salên 1752-1795'an de çend şerên giran, di bin serokatiya Kerim Zend de, dewleteke mezin a Kurd hat damezran- din. Dema desthilatiya Kerîm Xan (1752-1779) xweştirin fesla diroka gelê Kurd bů Aşkera ye ew wext ji bo serxwebûniya gelė Kurd firseteke baş bû, lê her çawan Selaheddîn bû serdarê çend neteweyên din, Kerim Xan jî bû fermanrewayê hemû Îranê. Kerim Xan, yekem kes bû ku xelkê leqebê "Wekîl" pê ve kiribû. Konsolosé Fransayê yê Bexdayê, di nameyeke ku di sala 1763'yan de ji Parisê re şandiye, li ser Kerîm Xan wiha nivîsandiye: "Di bin pêşengiya Kerim Xan ê xwediyê nifûzek şexsî û zana de, aşkera ye welat ber bi geşbûnê ve diçe û tuşî hêmintî û avakirinê bûye. Asayiş û hêmini ciyê têkelhevî û şerî girtiye."42 Konsolos piştre nivîsa xwe bi vî awayî didomîne: "Ré emîn bûne, bazirgani dest pê" kiriye, gelek karwan ji vir diçin Îranê, 15-20 hezar malên Îranî ku îlticayê Iraqê kiribûn, niha hedi hêdî vedigerin welatê xwe." Kerim Xan, gelek piştgiriya zanist û kulturê dikir û gelek hewle. avabûna welat dida." Gerokê bi nav û deng ê Îngilîz, Malcolm bi vi awayî behsa Kerîm Xan dike: "Bi bextiyarî jiya, di koça xwe ya dawiyê de wekî mirina baveki hezkirî ku di nav mal û zarokên xwe de, bi wî awayî bû."46
··
112 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.