"Kurd ne 'Ereb in ne Tirk in û ne jî Faris in, lê di nav van de ji van tevan zêdetir nézikî Farisan in. Kurd ji Tirkan cihê ne û ev cihê bûna han ji aşkera ye. Ji van jî zêdetir ji 'Ereban dûr in û cihêbünek di navbera wan de heye. "101
Rapor bi vî awayî didomîne:
"Eger tenê waré regez bibe esasê netice wergirtinė, mirov tê ser wê baweriyê ku hewce ye Kurd dewleteke serbixwe damezrînin. Ji ber ku Kurd ji heştan pêncê rûniştivanan in. Dema mesele bi vî awayî bê çareserkirin, pêwîst e Êzidî jî, ku gelek nézikî Kurdan in, bi Kurdan re bên hesabkirin. Tirk ji ku bi hêsanî di nav Kurdan de dihelin, ew dem Kurd dibin ji heştan heftê rûniştivanan."102
Ev yeka han bi awakî aşkera dide nîşanî me ku belgeyên resmî yên Komeleya Gelan îtîraf bi hebûna Kurdan wekî netewekî ser- bixwe û her wiha bi mafê ji bo damezrandina dewleteke Kurd ya serbixwe kiriye.