Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Trajediyek di dîroka rojhilata navîn de .
Wan deman, Welatê Sowyetê da rejimek şidyayî berdewame. dewr dewra Staline, Stalînên simbel palik, ku him muxalifên xwe yên siyasî sirgunê Sîbîrya dike, him jî car din dewa Qers, Ardahanê dike. Kemalizm pey Şerê Dêrsimê gorên hesabên xwe meselên xwe yên elzem û giran safi kirî ye. Nijatperestî, qewmîyetî ser bilind kiriye, zordarî çargav dibeze, nîjatperestî bi yek car ser dîn, ser dînê îslamê ketiye. Nazizm û Pantirkîzm wekî qulingan, bi hevdu ra, cot difirin. CHP yek partiye, CHP dewlete, dewlet jî CHP... Îsmetê Ker yek hukumran e. Ber çawên Kemalîstan Kurd Tirk in, ne tene Kurd, dinya û alem bi eslên xwe va Tirk in, însanetî, dîroka gelan, hemû ziman, gişkî ji Tirkan, ji zimanê Tirkî peyda bû ne...
·
21 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.