Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

228 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
Platon û Arîstoteles hunerê wek olandayîna rastî û a xwzêye pênase kirin. Hûner û hemû beşê wê jî gelemperî derdorê vê bîrdoziyê teşe girt . Kîjan wênesaz kulilkê,herî xweşîk û tinguz saz bike. Wênesazê herî baş ew e. Her wuha helbestvan, çîrokbêj,stranbêj... Li ser himê bîrdoziya olandayînê wergerê jî ciyê xwe girt. Îro hemî dinya dike kû hêz û bedewiya wêjeya hev siûd wergire. Ji ber wê, êlma xwe dane ser wergerê. Civatê herî zêde haya wan wêjeya cîhanê heyî. Ên wêjeya wan herî xurtin. Helbet ev yek divê bi zimanê zikmakî be .Kurdekî li bakur wêjeya cîhanê zêdetir bi zimanê metinger dixwîne . Her çiqas wî zimanî baş bizani be jî axir ne zimanê zikmakiye. Ew berhema xwendi jî, dibe sê serî. Yek zimanê berhemê ê resene, yek zimanê xwêner ê zikmakî ye û yek jî ê navberê. Ew zimanê din ê ketiye navberê . Olandayînê qels dike. Di navbera berhem û xwêner de suran lêdike. Di dinyayê de pergala perwerdehiya li ser wergerê, rêk û pêk tê kirin. Wêjeya wergerê heye. Û werger wek beşek ji beşa zanistiyê tê pêjirandin .Îro Kurdên Soran edebiyeta cîhanê bi zaravayê xwe dixwînin. Wêjeya cîhanê raste rast bi rêya zimanê wan ê zikmakî tê ber destê wan. Bona wî bi hêsanî dikeve nav gerîneka wêjeyê û ew jî dirêse. Van salê dawî bi awayekî eşkere, berhmên qedirbilind derketnê holê . Ew yek sedemek giringe ku edebiyata cîhanê bi zimanê xwe naskirin. Mîna hemî dinyayê helbet haya bakur jî giringiya wergerê heye . Weşanên Lîsê jî bi navê cervantes destbi bernameyeke wergerê kir. Bin banê vê bernamê Samî Hêzil jî romana Ali Simith a bi navê Hotel Dinyayê wergerande Kurmancî. Niviskara nûjennûs Ali Simith Hotel Dinyaya xwe him bi mijar him jî bi şêwaz xwe li ser himê nûjen avakirye.Hotel Dinya bi navê xwe ve jî remzeya nûjeniyê ye. Hotel, saziya warê mayinê a îro ye. Di serdema nû de çêbû. Ango dema kapîtalîzm ruyê erdê dagirt, sazî û dezgehên vî rengî derketinê holê. Bi dirûşma hotêlê ( Hotelên global, seranserî hemû cîhanê) jî emperyalîzmê destnîşan dike. Niviskar bi hilbartina vî mekanî destpêdike û hure hur rexne xwe dirêse. Kesayetên ku li vê hotêlê têne erdekî hemû jî di tengezariyek bêbinî de ne. Serxwe ne, zana ne -mîna keseyetê vê serdemê- lê kes firaqetiyê de nîne, kes dilşad nîne. Niviskar bi teşe û şêwaza vegotina xwe jî. Metleba xwe (vegotina jiyana nûjen bi bizavên nûjen)palpişt dike. Alavên curbecur kartine. Rêzika vegotina xwe li gor dema rêze zimanê bicî dike. Çîroka pênc jinan bi devê kesê yekem vedibêje. Roman zefî wî bi awayê monologî diherike. Heta beşa yekemîn de mirî xwe çîroka xwe vedibêje. Ev pênc jin:Sara , bi awayekî trajîk jiyana xwe dest dide. Elsa, parsek e, Lîsa xebatkarê hôtêlê ye, Penyy rojnamevane û Clara jî xuşka Sarayê ye kû dumahiya çîrokê de dertê holê û çîrokê dide hev. Di berhemê de eke balkêş din heye ku kesayetên mêr hema bêje qet tune. Beramberî vê taybetiyê. Xalê femînenî, maxsitî xwe eşkere dike. Çawa kû me gotibû xalên tengezariyê serdema nûjen pir hene. Xeynî qelsbuna têkiliyên dilsojî ên navbera mirovan. Deqên têkiliyek hevzayendî û a enstesi jî xwe dide der. Berhem bi zimanê xwe yê resen ( Îngilîzî)di sala 2001 de hat capkirin. Sala 2022 de jî alî Samî Hêzil wergerê Kurmancî bû . Zanista wergeriyê him dixwaze haj ji edebiyeta cîhanê hebe . Him dixwaze hebuna xwe biparêze. Ser vê himê wergêrê me jî şêwaza metnê parastiye. Dema xwîner behremê dixwîne. Dizane ku romaneke nûjen dixwîne . Wergêr hurgilîyê taybet jî parastiye .Elsa dema diaxivê dengdêran qet kar nayne. Li gor agahiya wergêr di jêrnivisê da daye. Ev yek di metna resen de bi vî awayî ye. A din jî beşa dawî a Clara yê de xal, bêhnuk qet tune ne. Hebuna van hurgilîyan taybetiya metna resen tê parastin . Dema Livius Andronicus Odeyssa ya Homeros wergerandiye ne li gor şêwaza helbesta Yewnanî,li gor şêwaza helbesta Romayî wergereniye zimanê Latînî ê Şahin şahiya Romayê . Di vir de hişmendiya dagirkeriyê wergerê de xwe eşkere kiriye. Ev dizî û dagirkeriya wejeyî heya îro nehatiye. Nîqaşa ku Cîcero avitiye meydanê ( peyv bi pevy an wate bi wate) Dolet xwe dayê aliyê wate bi wate. Ango divê. Wergêr metna resen çavkanî bigre. Û wergerê jî li ser vê şiverê rê bive. Wergêrê me jî li ser vê bîrdoziyê çuye ku xwêner tehma metna bîyanê jê digire. Zimanê wergêr li gor metnê teşe girtiye ango zimanekî nûjen û rojaney e. Lê di nav hurgilîyan de hîn peyv û têgehên nepenî mane jî hebun ku . Tehma Kurmanciyeke xweş dida. Mînak dema pergala paraşû tê têk diçe . Li wir peyva qeyd û bend kartine. Tu bê ev peyv ji bo wê kêliye hatiye afirandin. Ew qas lê hatibû. Ango kar anîna derfetê heste Kurmancî hesteke çawa ku ev roman Kurmancî hatibe nivisin dida xwêner. Werger tena serê xwe pêngave bo wêjeye. Xwêner ê Kurd dê her şanaz û serfiraz bin kû wêjeya cîhanê bi zimanê xwe dixwînin.
Hotel Dınya
Hotel DınyaAli Smith · Lis Basın Yayın · 01 okunma
··
1 artı 1'leme
·
183 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.