Duh jineke bedew li ber qor a min re derbas bû .
Min bi têra dilê xwe ,
Lingên wê yên wek xezîne ya rojê ,
Ku şeva min serûbin dikir, temaşe kirin.
Dibe ku ez bibêjim hûn bawer nekin,
Min kir ku ez bidim wê de .
Dema ku wê destmal a xwe xist erdê ;
Min jibîr kir ku ez mirime... Cahit Sıtkı Tarancı
Platon û Arîstoteles hunerê wek olandayîna rastî û a xwzêye pênase kirin. Hûner û hemû beşê wê jî gelemperî derdorê vê bîrdoziyê teşe girt . Kîjan wênesaz kulilkê,herî xweşîk û tinguz saz bike. Wênesazê herî baş ew e. Her wuha helbestvan, çîrokbêj,stranbêj...
Li ser himê bîrdoziya olandayînê wergerê jî ciyê xwe girt. Îro hemî dinya dike kû hêz û bedewiya wêjeya hev siûd wergire. Ji ber wê, êlma xwe dane ser wergerê. Civatê herî zêde haya wan wêjeya cîhanê heyî. Ên wêjeya wan herî xurtin. Helbet ev yek divê bi zimanê zikmakî be .Kurdekî li bakur wêjeya cîhanê zêdetir bi zimanê metinger dixwîne . Her çiqas wî zimanî baş bizani be jî axir ne zimanê zikmakiye. Ew berhema xwendi jî, dibe sê serî. Yek zimanê berhemê ê resene, yek zimanê xwêner ê zikmakî ye û yek jî ê navberê. Ew zimanê din ê ketiye navberê . Olandayînê qels dike. Di navbera berhem û xwêner de suran lêdike.
Di dinyayê de pergala perwerdehiya li ser wergerê, rêk û pêk tê kirin. Wêjeya wergerê heye. Û werger wek beşek ji beşa zanistiyê tê pêjirandin .Îro Kurdên Soran edebiyeta cîhanê bi zaravayê xwe dixwînin. Wêjeya cîhanê raste rast bi rêya zimanê wan ê zikmakî tê ber destê wan. Bona wî bi hêsanî dikeve nav gerîneka wêjeyê û ew jî dirêse. Van salê dawî bi awayekî eşkere, berhmên qedirbilind derketnê holê . Ew yek sedemek giringe ku edebiyata cîhanê bi zimanê xwe naskirin.
Mîna hemî dinyayê helbet haya bakur jî giringiya wergerê heye . Weşanên Lîsê jî bi navê cervantes destbi bernameyeke wergerê kir. Bin banê vê bernamê Samî Hêzil jî romana Ali Simith a bi navê Hotel Dinyayê wergerande Kurmancî.
Niviskara nûjennûs Ali Simith Hotel Dinyaya xwe him bi mijar him jî bi şêwaz xwe li ser himê nûjen avakirye.Hotel Dinya bi navê xwe ve jî remzeya nûjeniyê ye. Hotel, saziya warê mayinê a îro ye. Di