Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

îro roja bûyîna teye, delalê min, emrê min, şa bûna min. Lê tu gelekî dûrî minî... Min ê çawa bi xasta ez bihatama ber dayîka te temene bûma. Ber dayîka te biketama ser çoka û min jêra bigota: Dayê, ez zef ji te razîme wekîte şêre kî aha aniye û mezin kiriye, we kî ez pêra firnaq divim, pêra şa divim". Nizanim, ew çi dayîke, min ne dîtiye. Dive horiye, dive periye... Lê zanim ew, dayîka teye,kîjanê jî tu colangêda hejandîî û tera lûrî gotiye û tu ketîî xewa şîrin da. Dayîka te nizane wekî ez usa gelekî te hizdikim û emekê wê dişêkrînim. Îzna min tuneye, ez pêra xeverdim û bêjmê da: Ez kurê te gelekî hizdikim. Hizdikim bê hesav, emrê xwe zeftir. Weyî, ez lê lê me pêra bivîme peza qurbanê". Sivê zû ezê rabim ber Şems ta bim,ezê bêjim: Şemso, ya te ser seheta delalê min, bira bê ser seheta min!" Lê,dayîka te nizane ez Xatûna şertê xwe me. Ez kesî ra helane bûme qurban.Wekî dayîka te zanibe, ez usa bê hesav te hizdikim, gelo wê çibike? Dive kumreşyê bike, bêje, kêye e vahana, ça minbzeftir kurê min hizdike. Erê, minê jêra bigota, erê dayê, ez te zeftir kurê te hiz dikîm!
·
1 artı 1'leme
·
218 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.